Xwendekarên Stenbolî daxwaza rakirina saziya YOKê dikin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Ev demeke li Tirkiyeyê ji hêla partiyên opozîsyon û komeleyên xwendekaran ve rexne li kiryarên saziya Lijneya Perwerdehiya Bilind (YOK) tê kirin. Xwendekarên zankoyê li Stenbolê ji bo protestokirina kiryarên YOKê yên wek li dijî perwerdehiya zimanê zikmakî çalakî pêk anîn û daxwaza rakirina saziya YOKê kirin.

Li Tirkiyeyê Saziya Lijneya Perwerdehiya Bilind bi navekî kurt ê din wek YOK tê pênasekirin û plansaziya birêvebirina hemû zankoyên li vî welatî di destê wê de ye ev demeke dirêj e tê nîqaşkirin.

Sazî û dezgehên ji xwendekarên zanîngehê pêk tên li ber zankoya Stenbolê kom bûn û amaje kirin YOK li dijî perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye û bo perwerdehiyeke azad û zanistî astengiyek e.

Endama Yekîtiya Çalakî ya Dijî YOKê Şîfa Çetîn got: “Cîbicîkiria polîtîkayên neadilane armanca hebûna YOKê ye. Hemû erk ên birêvebirina zankoyan di destê YOKê de ye û ev jî xweseriya zanîngehan têk dibe. Em polîtîkayên YOKê yên wek li dijî perwerdehiya zimanê zikmakî tu car qebûl nakin. Li dijî van kiryaran têkoşîna me dê bidome.”

Xwendekarên ku kiryarên YOKê yên li nav zanîngehan wek antîdemokratîk dest nîşan dikin daxwaza rakirina saziya YOKê dikin.

Xwendekarê Zanko li Stenbol Ege Can dibêje: “Saziya YOKê piştî derbeya leşkerî ya sala 1980an bi fişarên mezin ên li ser zankoyan tê avakirin. Ev zext hêj didome. Em dixwazin bila hemû kar û barên zanîngehan ne bi zexta YOKê ji hêla xwendekar û akademîsyenên zanîngehan ve werin birêvebirin.”

Partiyên siyasî yên aliyê opozîsyonê jî rexne li kiryarên YOKê digirin û amaje dikin eger ew bibin desthilat vê saziyê dê bigirin.

Di sala 2002an de ji zanîngeha Hacettepe ya Enqereyê komeke xwendekar ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî daxwaznameyeke amade kiribûn û pêşkêşî rektorî yanê serokatiya zanîngehê ku girêdayî YOKê ye kiribûn û ew bi endamtiya rêxistineke nelegal hatin tohmetbarkirin û ji dibistanê hatin dûrxistin.