Grûpekê berpirsatiya xwe di ber kuştina welatiyê Amerîkî li Bexdayê de ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Welatiyekî Amerîkî yê bi navê Stephen Troell şeva borî li Bexdayê hat kuştin û grûpeke mîlîşyayî berpirsatiya xwe di ber kuştina wî de ragihand.

Grûpa mîlîşya ya bi navê “Saraya Ehl El-Kehf” Sêşemê 8ê Mijdara 2022an berpirsatiya xwe di ber kuştina Stephen Troell de ragihand.

Wî mîlîşyayê got, wan tola kuştina Fermandarê Feyleqa Quds a Pasdarên Îranê Qasim Silêmanî û Cîgirê Serokê Heşda Şeibî Ebû Mehdî El-Muhendis hildane.

DUHî Duşemê 7ê Mijdara 2022an, jêderekî ewlehiyê ji Kurdistan24ê re ragihand, welatiyekî Amerîkî yê bi navê Stephen Troell li taxa Kerade ya bajarê Bexdayê hatiye kuştin.

Li gorî zanyariyan, Stephen Troll 45 salî ye, ligel hevjîn û 3 keçikên xwe li Bexdayê bû û bi rêxistineke alîkariyê re dixebitî.

Serokwezîrê Iraqê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar Mihemed Şiya Sûdanî jî fermana avakirina komîteyeke lêkolînê derbarê kuştina wî welatiyê Amerîkî li Bexdayê daye.