Bi amadebûna Mesrûr Barzanî bernameyeke scholarship li Hewlêrê birêve diçe

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bernameya scholarship a  hevbeş a Kompanyaya Genel Energy û Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li bajarê Hewlêrê birêve diçe.

Îro 10ê Mijdara 2022an li demijmêr 11:00, bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî merasîma bexşîna 20 scholarshipên  Kompanyaya Genel Energy û Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li bajarê Hewlêrê birêve diçe.

Di vê derbarê de Rêveberê Kompanyay Genel Energy Huseyîn Dizeyî got: “Ev bername ji bo xwendekarên jîr ên karîna wan a darayî kêm e. Bi riya vê bernameyê re 20 xwendekar dê sûdê jê werbigirin.”

Di merasîmê de Cîgirê Rêveberê Kompanyay Genel Energy Michael Farne ragihand, % 80 ji karmendên wê kompaniyê xelkê Herêma Kurdistanê ne û di warê perwerde û tendirustiyê de alîkariya Herêma Kurdistanê kirine û plan dikin ku zêdetir alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin.

Got jî: “Me li Herêma Kurdistanê di 200 kêlgehan de kar kiriye û 20 milyar dolar li Herêma Kurdistanê veberhênan kiriye.”