Generalekî Amerîkî amarên nû derbarê şerê Ukraynayê de eşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Sererkanê Artêşa Amerîka General Mark Milley ragihand, di şerê Rûsya û Ukraynayê de serkeftineke leşkerî bi dest nayê û tekez kir ku derfeta danûstandinan heye. Got jî: Ji destpêka şerê bi Ukraynayê re, heta niha zêdetirî sed hezar leşkerên Rûsyayê hatine kuştin û birîndarkirin.

Sererkanê Artêşa Amerîka General Mark Milley di axaftinekê de li Klûba Aborî ya New Yorkê got: “Divê pejirandinek ji her du aliyan hebe ku serkeftinek bi rêyên leşkerî nayê bidestxistin. Ji ber vê yekê divê em serî li rêyên din bidin û divê derfeteke danûstandinê hebe.”

Generalê Amerîkî got: “Bêguman zêdetirî sed hezar leşkerên Rûsî hatin kuştin yan jî birîndar bûne. Dibe ku heman tişt ji bo aliyê Ukraynayê jî derbas bibe.”

Wî rayedarê Amerîkî hêviya xwe bi danûstandinên ji bo bidawîkirina vî şerî anî ziman, ji ber ku serkeftina leşkerî ne ji bo Rûsyayê û ne jî ji bo Ukraynayê, pêkan e.

Ev daxuyaniya Sererkanê Amerîkî di demekê de tên, Rûsyayê ferman da hêzên xwe ku ji bajarê Kherson ê li başûrê Ukraynayê vekişin, lê Kîev ji wê yekê bi guman e û dibêje ne pêkan e artêşa Rûsyayê bêyî şer ji vî bajarê stratejîk derkeve.

Serokê Amerîka Jeo Biden pêşbînî kir ku vekişîna Rûsya ji Kherson, delîlek e ku pirsgirêkên rastîn yên Mosko di qada şer de hene.