Serok Barzanî sersaxî li Eşîra Şemer a li Sûriyê kir

Serok Mesûd Barzanî ji bo koça dawî ya Serokê Eşîra Şemer Şêx Himêdî Deham El Cerba peyameke sersaxiyê arasteyî Eşîra Şemer kir.

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî ji bo koça dawî ya Serokê Eşîra Şemer Şêx Himêdî Deham El Cerba peyameke sersaxiyê arasteyî Eşîra Şemer kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de ragihand: “Rehmetî dostekî dêrîn ê me û gelê me bû, bi dirêjahiya temenê xwe ji bo bihêzkirina pêwendiyên navbera Ereb û Kurdan li Sûriye û Iraqê xebitî.”

Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi baweriya qeza û qedera Xwedayê mezin, bi xemgîniyeke mezin, Şêxê Eşîra Şemer a li Sûriyê Şêx Himêdî Deham Hadî El Cerba koça dawî kir û bi xwestina Xwedayê mezin, li nav hezkirî û dostên xwe yên li Kurdistanê xatir ji me xwest.

Rehmetî dostekî dêrîn ê me û gelê me bû, bi dirêjahiya temenê xwe ji bo bihêzkirina pêwendiyên navbera Ereb û Kurdan li Sûriye û Iraqê xebitî.

Bi vê boneya xemgîn, em sersaxî li xwe û malbata wî û Eşîra Şemer dikin. Em ji Xwedayê mezin daxwaz dikin, rehmetî bi bihişta xwe ya berîn şad bike û sebr û aramiyê bide me û malbat û eşîra wî.

Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn (Em ji Xweda hatin û em ê dîsa vegerin bal wî)

Mesûd Barzanî

11ê Mijdara 2022yan