"Îran cezayê darvekirinê ji bo bêdengkirina xwepêşanderan bi kar tîne"

Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî ragihand, desthilatdarên Îranê cezayê darvekirinê ji bo bêdengkirina xwepêşanderan bi kar tîne.

Hewlêr (K24) – Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî ragihand, desthilatdarên Îranê cezayê darvekirinê ji bo bêdengkirina xwepêşanderan bi kar tîne.

Di daxuyaniya xwe de Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî eşkere dike, ligel zêdebûna xwepêşandanên Îranê, desthilatdaran jî cezayê darvekirinê zêde kirine, ev jî belgeyeke zelal e ku ew ceza ji bo bêdengkirina xwepêşanderan tê bikaranîn.

Herwiha ji Îranê daxwaz kir, demildest wan cezayên darvekirinê betal bike ku bi tometa xwepêşandanê bi ser çend çalakvan û xwepêşanderan de hatiye sepandin.

Ji aliyekî din ve, Rêxistina Mafên Mirovan a ser bi Neteweyên Yekgirtî, daxwaza helwesta bilez a navdewletî kir li hember wê reftara ku hikûmeta Îranê li dijî xelkê bi kar tîne, ku tenê daxwaza mafên xwe dikin.

Xwepêşanda û nerazîbûnên Îranê piştî canjidestdana biguman a keça Kurd a Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî ya roja 17ê Îlona îsal dest pê kir. Li gor raporta rêxistinên mafên mirovan, heta niha ji ber xwepêşandanan, nêzîkî 325 kes canê xwe ji dest dane.