Sedem û armancên operasyonên Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Çavdêrên siyasî yên Kurd, eriş û operasyonên Tirkiyê yên li Rojava û Başûrê Kurdistanê û egerên operasyoneke nû ya bejayî, li rojavayê Kurdistanê ji bo Kurditan24 nirxandin.

Çavdêrên siyasî yên Kurd, li ser êriş û operasyonên Tirkiyê ku li Rojavayê Kurdistanê pêk tîne, bal kişandin ku li Rojhilata Navîn, ji nû ve sazûmaniyeke siyasî tê kirin û Tirkiye dixwaze li navçeyê bibe hêzeke mezin û PKKê hem ji bo armancên xwe asteng dibîne, hem jî ji bo bihêzkirina destên xwe wek hêncet bikar tîne.

Çavderê Siyasî Tahsîn Sever ji K24ê re got: “Ev herema hane ji nû ve tê dizaynkirin, em dikarin bibêjin ku şerê sêyemîn yê cîhanê jî birêve diçe. Pareçeyekî wî şerî îro li Ukraynayê ye, parçeyekî wî li ciyên din e, lê şerê sêyemîn yên cîhanê berdewam e. Ewê vê heremê ji nû ve bê dîzayn bikin. Derdê Tirkiyê li vê derê çi ye, derdê Îranê çi ye? Derdê wan jî dixwazin ku ew statuya heyî ya sed sal berê, berdewam bike. Sedema wê jî ew e ku heman pirsgirêk di nav wan de jî heye. Jê re bibêjî pirsgirêka Kurd an jî pirsgirêka Kurdistanê, di nav hemû dewletên heremê de jî heye.”

Siyarsetmdar û çavdêrên siyasî yên Kurd, bal kişandin ku hewlesta PKKê ya li hember partî û desthilatdariyên Kurd jî, rê li ber wê yekê xweş dike ku zirarên mezin bigihîne, gelê Kurd û Kurdistanê.

Siyasetmedar û Çavdêrê Siyasî Îbrahîm Guçlu dibêje: “Armanca Tirkiyê, ew e ku li Rojhilata Navîn bibe dewleta yekemîn. Bibe dewleta xurt û yekemîn. Em dikarin bêjin ku li dinyayê jî, piştî Amerîka Rûsya, Çîn û dewletên mezin, bibe dewleteke mezin li Cîhanê. Ne wek wan lê di kategoriya duyemîn de dixwaze bibe dewleteke bihêz. Li Sûriyê PKK ji wan problem e. ji ber PKK wek rêxistin li hember wan şer dike. Rêxistineke ku li hember wan şer dike, heger li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hebe û bihêz be; di pêşerojê de wê ji bo xwe wek metirsî dibînin.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan, daxuyandiye ku operasyonên hewayî ku bi balafirên şer hatine kirin destpêk in û dê operasyoneke bejayî li rojavayê Kurdistanê lidar bixin. Çavderên siyasî jî tînin ziman ku heger Rûsya û Amerîka nebin asteng dê Tirkiye, operasyoneke bejayî ya nû lidar bixe.