Serokê Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 27ê Mijdara 2022an, serdana Bexdayê dike.

Roja sêşema borî piştî civîn û hevdîtinên digel Serokomar, Serokweîr û hijmarek ji serkirdeyên siyasî berpirsên bala yên Îraqa Federal, Serok Nêçîrvan Barzanî bernameyî xwe yê roja duyê hilweşand bû û vegeriya bû Herêma Kurdistanê daku beşdariyê di merasima sersaxiyê ya qurbaniyên bûyera xemgîna peqîna gazê li Duhokê bike.

Biryar e di serdana îro da Serok Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bernameya serdana xwe timam bike û digel çendîn serkirde û berpirsên payebilind yên Iraqê bicive.

Di 22ê Mijdarê de, piştî ku Mihemed Şiya Sûdanî wek Serokwezîrê Iraqê dest bi kar kir, Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê kiribû

Di civînekê de jî, herdu aliyan tekezî li ser giringiya yekrêziya li ser asta niştimanî kirin û yekrêzî û hevahengî ji bo rûbirûbûna kêşeyên di warê aborî, jiyanî û xizmetguzariyê de bi pêwîstî zanîn, ji bo dabînkirina jiyaneke baştir ji hemû welatiyên Iraqê re.

Her di wê civînê de, Serokwezîr Iraqa Federal tekez kir, Hikûmeta Federal pabendî destûra Iraqê ye ji bo çareserkirina kêşeyên hilawîstî ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi awayekî ku mafên hemû pêkhateyan dabîn bike.

Ji aliyê xwe ve Serokê Herêma Kurdistanê dubare pîrozbahî li Serokwezîrê Iraqê kir ji bo bidestxistina baweriyê bi hikûmeta wî û geşbîniya xwe jî bi karîna hikûmeta nû nîşan da ji bo birina welat ber bi qonaxeke cudatir ku tê de zimanê hevtêgihîştinê û çareseriyan serdest be.

Di hevdîtinê de gotûbêj li ser mijarên ewlekarî yên navçeyên sînorî yên Iraqê hate kirin û piştevanî li hevkariyên her du aliyan hate kirin, ji bo parastina serweriya Iraqê û redkirina binpêkirinên berdewam û karkirina ji bo wê yekê ku xaka Iraqê nebe gef li ser ti welatekî cîran.