Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê wek her tim dê bibe faktora aştî û aramiyê

“Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Sudanî bi temamî hevfikir bûn û dupat kirin ku bi ti awayî rê ji tu gef û kiryarên leşkerî li sînorên Herêma Kurdistan û Iraqê li hember welatên cîran nayê dayîn."
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

Hewlêr (K24)  - Li ser serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê, Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand, bi ti awayî rê ji ti gef û kiryarên leşkerî li sînorên Herêma Kurdistan û Iraqê li hember welatên cîran nayê dayîn.

Îro Duşemê 28ê Mijdara 2022yan, Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniykê de ragihand: “Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê da, ligel Serokwezîrê Iraqa Federal û aliyên siyasiyên pêşhatan rewşa emnî û siyasî ya welat gotûbêj kirin û tekezî li ser hevkarî û hevahengiya di navdera tevahiya aliyan kir, ji bo piştevanîkirina li Hikûmeta Federala nû ya Iraqê û serxistina karnameya wê. Herwiha bi hev re karkirina ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê yên di warê maddeya 140ê, bûdce û şayesteyên darayî, rewşa Şingalê û pirsgirêkên welat bi giştî bi rêya diyalog li ser esasê destûrê û parastina aramî û serweriya welat kar kirin.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Sudanî bi temamî hevfikir bûn û dupat kirin ku bi ti awayî rê ji tu gef û kiryarên leşkerî li sînorên Herêma Kurdistan û Iraqê li hember welatên cîran nayê dayîn, ji bona vê armancê jî, wek hertim, hevkarî û alîkariyan pêşkêşî penaberan dikin, lê belê rê li ber hebûna grûpên çekdar li Herêma Kurdistanê nayê dayîn, ji ber wê jî Hewlêr û Bexda dê ji bo parastina ewlehiya sînoran bi hemû awayî hevkarî û hemahengiyê bikin û bi welatên cîran re jî hevahengî û hevkariyê bikin û tedbîrên pêwîst werbigrin.”

Nêçîrvan Barzanî hemû alî piştrast kirine û bal kişandiye ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê, wek hertim, dê bibe faktora aştî û aramiyê ji bo Iraq û welatên cîran û navçeyê û bi ti awayî rê nade ku sînor û axa wê bibe penageheke aram ji bo grûpên çekdar û cihê metirsiyê bo ser welatên cîran, herwiha dixwaze pêşvebirina têkiliyan li ser esasê rêzgirtin, cîrantiya baş û berjewendiyên hevbeş be.

Di heman demê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên navxwe û derve li deverê, em bi pêwîstî dizanin ku hemû alî bi diyalog û lihevtêgihiştin û bi awayekî aştiyane pirsgirêkan çareser bikin, ji bo vê yekê jî Serokatiya Herêma Kurdistanê berheve rolek erênî û avaker di vî warî de bibîne.