Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Japonyayê kir

Di civînê de tekezî li ser sûdwergirtina ji şarezayî û ezmûna Japonyayê ji bo baştirkirina rewşa perwerde û xwendin û dibistanên Herêma Kurdistanê hat kirin.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Japoya yê li Iraqê kir û di civînê de tekezî li ser sûdwergirtina ji şarezayî û ezmûna Japonyayê ji bo baştirkirina rewşa perwerde û xwendin û dibistanên Herêma Kurdistanê hat kirin.

Îro Çarşemê 30yê Mijdara 2022yan, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Japonya yê li Iraqê Futoshi Matsumoto kir.

Di hevdîtinê de Serokwezîr pîrozbahiya destbikarkirinê li Balyozê nû yê Japonya yê li Iraqê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de jê re xwest û hemû piştevaniyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina zêdetir a pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Japonyayê nîşan da.

Ji aliyê xwe ve, Balyozê Japonyayê kurteyek li ser kar û çalakî û projeyên xwe li Iraq û Herêma Kurdistanê pêşkêş kir, bi taybetî di warê av û elektrîk û masterplana bajaran û alîkariya mirovî ji bo penaber û awareyan.

Herwiha beşeke din a civînê, li ser baştirkirina rewşa perwerde û xwendin û dibistanên Herêma Kurdistanê û sûdwergirtina ji şarezayî û ezmûna serkeftî ya Japonyayê ya di vî warî de bû.