CENTCOM: Xelîfeyê DAIŞê hat kuştin

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, Ebû Hesen El Haşimî El Qureyşî yê ku piştî kuştina Ebû Îbrahîm el-Haşimî Qureşî bûbû xelîfeyê DAIŞê hate kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, Ebû Hesen El Haşimî El Qureyşî yê ku piştî kuştina Ebû Îbrahîm el-Haşimî Qureşî bûbû xelîfeyê DAIŞê hate kuştin.

Berdevkê CENTCOMê Joe Buccino di daxuyaniyeke nivîskî de got, “Di nîvê Cotmehê de bi kuştina Ebû Hesen El Haşimî El Qureyşî derbeyeke din li DAIŞê hat xistin. Ev operasyon ji aliyê Artêşa Azad a Sûriyê ve li Derayê hat kirin.”

Ebû Îbrahîm El Haşimî El Qureyşî ku derbasî şûna xelîfeyê yekem ê DAIŞê Ebûbekir El Bexdadî bûbû, di meha Sibatê de di operasyoneke hêzên taybet ên Amerîkayê de li bakurê rojavayê Sûriyê hatibû kuştin.

Duh Çarşemê 30yê Mijdara 2022yan, di tomareke dengî de rêxistina DAIŞê ragihand, kesê yekem ê DAIŞê "Ebû Hesen El Qureyşî" hat kuştin.

Berdevkek bi navê DAIŞê, di tomareke dengî de eşkere kir, ku ji aliyê rêxistinê ve, Ebû Hesen El Huseynî wek xelîfeyê nû yê DAIŞê hatiye destnîşankirin.