Mesrûr Barzanî serperiştiya civîneke girîng a perwerdehiyê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serperiştiya civîneke amadekariya destbikarkirinê ya desteya bawerîdana bi saziyan û bernameyên perwerdehî û xwendina bilind a li Herêma Kurdistanê kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serperiştiya civîneke amadekariya destbikarkirinê ya desteya bawerîdana bi saziyan û bernameyên perwerdehî û xwendina bilind a li Herêma Kurdistanê kir.

Îro Duşemê 5ê Kanûna 2022yan, Serokwezîr Mesrûr Barzanî serperiştiya civîneke amadekariyê ya destbikarkirina desteya bawerîdana bi saziyan û bernameyên perwerdehî û xwendina bilind a li Herêma Kurdistanê kir, ku yasaya wê bi hejmara 6 a sala 2022yan di 4ê Tebaxa 2022yan de ketiye warê cîbicîkirinê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li girîngiya hebûna vê desteyê kir û ragihand, armanca sereke di damezrandina vê desteyê de ew e ku komek pîver û standardên navdewletî ji bo xwendin û bernameyên perwerdehiyê û xwendina bilind a li Herêma Kurdistanê were danîn û ji bo kêmkirina ciyawaziya asta kalîteya zanistî ya navendên xwendinê û zanîngehên sektora taybet û giştî, ji bo dilniyabûna bilindkirina asta perwerdehiyê û zanistî ya saziyên perwerdehiyê û xwendina bilind a Herêma Kurdistanê, tevî danîna pîvera guncaw ji bo çespandina bingehên bawerîdanê bi rêya rêkxistina proseya pêdaçûnê û çavdêrîkirin û piştevanîkirina herdu Wezaretên Perwerdehî û Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ji bo pêşvebirina şiyanên mirovî û bidestxistina bawernameyên mitmaneyî ji bo zanîngeh û dibistanan.

Di civînê de her yek ji Wezîrên Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî û Perwerdehiyê û Sekreterê Encûmena Wezîran, nêrîn û peyamên xwe ji bo mekanîzmaya cîbicîkirina yasayê pêşkêş kirin, tevî zelalkirina şiyana niha ya wezaret û saziyan û çawaniya sûdwergirtina ji derfetên pêşvebirina program û şiyanan.

Herwiha di civînê de li ser rêkar û pêngavên destpêkê yên destbikarkirina vê desteyê û encûmena wê gotûbêj hat kirin, ku biryar e ji bo vê mebestê, peyrewa wê were amadekirin û di civîna Encûmena Wezîran de gotûbêj li ser wê were kirin û were pesendkirin.