Irvin Hicks: Sektora taybet dikare aboriya Herêma Kurdistanê geş bike
Hewlêr (K24) – Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Herêma Kurdistanê Irvin Hicks diyar kir, şiyana sektora taybet heye ku bibe motora geşbûna aboriya Herêma Kurdistanê û derfetên kar bi mûçeyên bilind ji bo karxwazan dabîn bike.
Irvin Hicks îro Pêncşemê 8ê Kanûnê, di merasîma ragihandina encamên îstatîstîkên dezgehên biçûk û navîn ên parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebceyê de amade bû û di axaftinekê de behsa sektora aborî û geşbûna vê sektorê kir.
Konsulê Giştî yê Amerîkayê Irvin Hicks derbarê îstatîstîkan de got: “Di îstatîstîkan de zanyariyên girîng hene ji bo pêşvebirina siyaseta aboriyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Îstatîstîk derdixe holê ku divê jin û ciwan rola wan a pêşeng di birêvebirina dezgehên aboriyê de hebe.”
Li gor axaftina Irvin Hicks, Amerîka ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê, desteya veberhênan û jûra bazirganiyê, ji bo birêvebirina keşa bazirganiyê li Herêma Kurdistanê hewl dide.