Li televîzyoneke Tirkiyê axaftina bi zimanê Kurdî hat sansurkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Li televîzyona ATV ya Tirkiyê, axaftina mêvaneke bernameyê ya bi zimanê Kurdî hat sansurkirin.
Di bernameya bi navê “Esra Erol” a televîzyona ATV de ku naveroka wê pirsgirêkên malbatî ye, keçeke Kurd a bi navê Gulay, ku ji mala xwe reviyabû, bû mêvanê bernameyê.
Dayik û bavê Gulay ji bo dîtina wê hatin bernameyê, lê ji ber ku dayika wê Besîme bi Tirkî nizanibû, bi keça xwe Gulay re bi Kurdî axivî û jê re got: “Kutkê te hene. Qurbana te me. Keça min."
Axaftina Besîme ya bi zimanê Kurdî ji aliyê televîzyonê ve hate bêdengkirin. Pêşkêşvana bernameyê Esra Erol ji malbatê xwest, ku gotinên hatin gotin fêm bike. Piştre Gulay axaftina dayika xwe wergerande Tirkî.
Li Tirkiyê di bernameyekê de dema dayîk bi #Kurdî axivî, dengê dayîkê hat qutkirin pic.twitter.com/uc1QOC3Xzu
— Kurdistan24 Kurmanci (@k24_Kurmanci) December 13, 2022