DAIŞê li Diyalayê êrîş kir: Kuştî û birîndar hene

Çekdarên DAIŞê li gundekî qezaya Xalis a li sînorê parêzgeha Diyala ya Iraqê êrîş kir, di encama êrîşê de 8 kes hatin kuştin û 3 kes birîndar bûn.

Hewlêr (K24) – Çekdarên DAIŞê li gundekî qezaya Xalis a li sînorê parêzgeha Diyala ya Iraqê êrîş kir, di encama êrîşê de 8 kes hatin kuştin û 3 kes birîndar bûn.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, îşev 19ê Berfanbara 2022yan, çekdarên DAIŞê êrîşî gundê Tehwîle yê ser bi qezaya Xalis a li sînorê parêzgeha Diyala êrîş kir.

Çekdarên DAIŞê li gundê Tehwîle êrîşî otomobîleke sivîl kir û li gor zanyariyan, 8 kes hatin kuştin û 3 kes birîndar bûn.

Duh roja Yekşemê 18ê Berfanbarê jî, li nêzîkî gundê Seferê yê li sînorê navçeya Reşad a li başûrê Kerkûkê, di dema derbarbûna hêzên polîsê federal de, bombeyeke vedayî teqiya û di encama teqînê de 9 polîsên federal hatin kuştin û du kes jî birîndar bûn.

Herwiha roja 19ê Mijdara îsal, hejmarek çekdar li sînorê navbera Qerehencîr û Kerkûkê, êrîşî xaleke artêşa Iraqê kir û di encamê de çar serbaz hatin kuştin.