Kemal Kerkûkî zanyariyên nû li ser madeya 140 û rewşa ewlehiya Kerkûkê eşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Polîtburo û Berpirsê Rêxistina Kerkûk û Germiyanê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Kemal Kerkûkî derbarê hewlên ji nû ve aktîvkirina Komîteya Bilind a Cîbicîkirina Madeya 140 û hevahengiya di navbera dezgehên ewlehiyê û çekdarên DAIŞê de zanyariyên nû eşkere kirin.

Endamê Polîtburo û Berpirsê Rêxistina Kerkûk û Germiyanê ya PDKê Kemal Kerkûkî di çarçoveya beşdarbûna di bernameya “Basî Roj” a Kurdistan24ê de got, ji bo cîbicîkirina madeya 140, divê serjimariyek li ser bingeha sala 1957an li Kerkûkê bê kirin.

Her wiha tekezî li wê kir jî, cîbicîkirina madeya 140 di berjewendiya hemû gel û aramiya Iraqê de ye, sedema cîbicînekirina vê madeya destûrî heta niha, ji bo Komîteya Bilind a Cîbicîkirina Madeyê vedigere. Her wiha hikûmeta Iraqê bi wê yekê jî tometbar kir ku nekarî bûdceya pêwîst dabîn bike û gavan ji bo cîbicîkirina wê madeyê bavêje.

Derbarê aktîvkirina Komîteya Bilind a Cîbicîkirina Madeya 140 a Destûrê de, Kemal Kerkûkî aşkere kir, hewlek heye ku Hadî Amirî careke din wek Serokê Komîteyê were destnîşankirin, ku di dema borî de, rola wî di astengkirina cîbicîkirina madeyê de hebû. Diyar kir jî, ev hewldan di civîna YNK û aliyên Iraqî yên ku hikûmet ava kirine de li mala Mam Celal li Bexdayê hat behskirin.

Her wiha got jî: “Mafê Kurdan ye ku Serokê Komîteya Bilind a Cîbicîkirina Madeya 140 Kurd be û baregehên beşek ji wê komîteyê li Hewlêrê bin.”

Endamê Polîtburoya PDKê bi pêwîstî  zanî ku komîteyek ji bo şopandina karûbarên Komîteya Bilind a Cîbicîkirina madeya 140 li Herêma Kurdistanê were pêkanîn. Daxwaz ji aliyên siyasî yên Kurdistanî û nûnerên Kurd li Bexdayê kir ku daxwaz bikin serok û endamên Komîteya Bilind a Cîbicîkirina Madeya 140 nû bin û kesên ku di dema borî de tiştek pêşkêş nekirine dubare cih di wê komîteyê de negirin.

Kemal Kerkûkî tekez kir, hewla Bexdayê ji bo danîna navên ku ji bo serok û endamên Komîteya Bilind a Cîbicîkirina Madeya 140 hatine pêşniyarkirin, tê wateya ku ew naxwazin wê madeyê cîbicî bikin.

Kemal Kerkûkî di beşeke din a axaftinên xwe de behsa berdewamiya proseya Erebkirina Kerkûkê kir û rewşa niha ya bajêr bi xirab bi nav kir.

Derbarê têkçûna rewşa ewlekariya vê dawiyê ya parêzgeha Kerkûkê de, Kemal Kerkûkî got, du birayên parêzgarê niha yê Kerkûkê DAIŞê bûn û niha destên wî yên rast û çep in. Her wiha got jî ku yek ji birayên Rakan Cibûrî serkirdeyekî DAIŞê bû, yê din jî li Hewîceyê Pêşmergeyekî dîlgirtî bi keviran kuşt.

Ev berpirsê bilind ê PDK li Kerkûk û Germiyanê amaje bi hebûna hevahengiya di navbera dezgehên ewlehiyê yên Kerkûkê û çekdarên DAIŞê kir û got ku divê ajansên istixbaratî û ewlekarî yên Îraqî bi hûrî lêkolînê li ser wê yekê bikin.