Rahênana hêzên Îtalyayê bo Pêşmerge dest pê dike

Ji destpêka sala nû ve, perwerde û rahênana hêzên Îtalyayê bo hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê dest pê dike.

Hewlêr (K24) – Ji destpêka sala nû ve, perwerde û rahênana hêzên Îtalyayê bo hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê dest pê dike.

Îtalyayê di şerê DAIŞê de bi alîkariya lojîstîk û dayîna çekdan, alîkariya hêzên Pêşmerge kir, ji bilî wê, heta hatina Koronayê, perwerde û rahênana bo Pêşmerge berdewam bûn. Ji destpêka sala nû ve, perwerde û rahênana hêzên Îtalyayê bo hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê car din dest pê dike.

Rêveberê Giştî yê Ragihandin û Hişyariyê ya Wezareta Pêşmerge Usman Mihemed ragihand: “Ligel hatina Serokwezîra Îtalyayê bo Hewlêrê, tê çaverêkirin ku yadaşteke hevtêgihiştinê di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevanî ya Îtalyayê de were îmzekirin.”

Îtalyayê yek ji wan welatan bû ku di rojên teng de nehişt Herêma Kurdistanê bi tenê bimîne, wek yek ji endamên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, di hevkarîkirina hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê di rûbirûbûna DAIŞê de roleke bi bandor lîst.

Rola serbazên Îtalyayê zêdetir perwerdekirin û rahênan û fêrkirina teknîkên nû yên şer bû ji bo hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê.

Rêveberê Giştî yê Ragihandin û Hişyariyê ya Wezareta Pêşmerge Usman Mihemed diyar kir: “Em çaverê dikin ku Îtalya jî projeyên wan ên nû hebin weke welatên Amerîka û Almanyayê, dibe ku hevtêgihiştineke nû di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevanî ya Îtalyayê were îmzekirin.”

Îtalyayê di şerê DAIŞê de bi alîkariya lojîstîk û dayîna çekdan, alîkariya hêzên Pêşmerge kir, bi taybetî jî bi dayîna çekên doçka yên pêşketî.

Beriya niha Nûnerê Hikûmwta Herêma Kurdistanê yê li Îtalyayê ragihandibû, di sala 2017an de 800 serbaz û rahênerên Îtalyayê li Iraq û Herêma Kurdistanê hebûn, lê belê niha li Herêma Kurdistanê hejmara şêwirmend û serbazên Îtalyayê nêzîkî 280 ye.