Li Çînê di mehekê de nêzîkî 250 milyon kes bi Koronayê ketin

Li Çînê tenê di nava rojekê de 37 milyon kes bi vîrusa Koronayê (Covid-19) ketine û di nava mehekê de jî nêzîkî %18ê nişteciyên Çînê bi Koronayê ketine.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Çînê tenê di nava rojekê de 37 milyon kes bi vîrusa Koronayê (Covid-19) ketine û di nava mehekê de jî nêzîkî %18ê nişteciyên Çînê bi Koronayê ketine.

Li gor raporteke Bloomberg, tenê di nava roja sêşemê ya hefteya borî de li Çînê 37 milyon kes bi Koronayê ketine.

Li gor hûrgiliyên ji civîneke Desteya Kontrolkirina Koronayê ya Çînê ve bi destê Bloombergê ketine, di nava vê mehê de heta niha nêzîkî 250 milyon kes ku dike %18ê hemû nişteciyên Çînê, bi vîrusa Covid-19ê ketine.

Ev bilindbûna hejmara pêketiyên Koronayê di demekê de ye ku rêkarên xweparastina ji Koronayê hatine sivikkirin.

Ji ber fişara civakê, desthilatdarên Çînê di vê mehê de biryar daye ku rêkarên li dijî Koronayê sivik bikin.