Ji bo daxistina nirxê dolar, Sûdanî û Parêzgarê Banka Navdewletî civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi armanca daxistina bihayê dolar li hember dînara Iraqî, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê re civiya.

Li gorî nivîsgeha Ragihandina Serokzwezîrê Iraqê, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro bi Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê Mistefa Xalib re li ser bilindbûna dolar civiya û Sûdanî daxwaz ji Banka Navendî kir ku tedbîrên pêwîst bigire û çavdêriya bankayan bike, ji bo rê li ber bilindbûna nirxê dolar bigire ku ev yek dê zirarê digihîne bazara navxweyî.

Parêzgarê Banka Navendî di civînê de diyar kir, kirîza diravê biyanî li hember dînarê Iraqê demkî ye û sedemeke teknîkî ye û hevdem e ligel karkirina platforma nû ya online û paşxistina veguhestinê ji ber betlaneyên cejna Krîsmisê.

Ev yek di demekê de ye, çend rojên borî nirxê dolar li hember dînarê Iraqê bilind dibe û îro Sêşemê nirxê her dolarekî Amerîkî bo 16 hezar dînaran bilind bû. Bihabûna rojane ya dolar jî bandor li ser bazara Iraqê bi giştî kiriye.