Li Diyarbekirê qurbaniyên Komkujiya Roboskiyê hatin bibîranîn

Di salvegera Komkujiya Roboskiyê de li Diyarbekirê partiyên siyasî daxwaza peydakirin û sizadana berpirsên komkujiyê dikin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Di salvegera Komkujiya Roboskiyê de li Diyarbekirê partiyên siyasî daxwaza peydakirin û sizadana berpirsên komkujiyê dikin. Partiyên siyasî di wê baweriyê de ne ku ji ber çaresernebüna pirsa Kurd berpirsên komkujiyê bêsiza dimînin.

11 sal di ser Komkujiya Roboskiyê re derbas bûn ku  34 welatiyên Roboskiya Qilaban a Şirnexê jiyana xwe ji dest dabûn. Di salvegera komkujiya Roboskiyê de saziyên sivîl û partiyên siyasî li Diyarbekirê çalakiyên bîranîn û şermezarkirinê li dar xistin. Yek ji wan çalakiyan jî ya Partiya DEVA bû.

Partiya DEVA li Qada Şêx Seîd daxuyaniyek da çapemeniyê û beşdaran navên qurbaniyên komkujiyê hilgirtin. Partiya DEVA amaje kir ku dema qurbanî Kurd bin, berpirs bêsiza dimînin.

Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Partiya DEVA Cîhan Ulsen ji K24ê re ragihand: “Welatiyên Komara Tirkiyeyê ji aliyê firokeyên fermî yên Komara Tirkiyeyê ve hatin bombebarankirin. Ev rewşek kûr û girîng e. Heta niha eger berpirs nehatibin sizadan ev tê wê wateyê ku dê Tirkiye bo çareseriya pirsa kurd gavên erênî neavêje. Li Geliyê Zîlan, li bûyera Sî û Sê Gulle çi qewimî be li Roboskiyê jî ew qewimî. Wê demê jî berpirs nehatin sizadan niha jî nayên sizadan. Ji bo ku doza careke din vebe pêwîstî bi delîlek nû heye û ji bo vê yekê mafnas xebatên xwe didomînin.”

Partiya Maf û Azadiyan Hak Parê jî bi boneya salvegera komkujiya Roboskiyê pankartek bîranînê li avahiya xwe ya Diyarbekir ve kir. Rayedarên Hak Parê bal kêşandin qurbanî ji berk u Kurd bûn ew yek hat serê wan û bang kirin ku Kurd hember rewşên wuha yekîtiyek xurt ava bikin.

Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Hak Parê Vasif Kahraman ji K24ê re diyar kir: “Qetlîama Roboskî ji ber bêdewletî û bêxwedîtî rû da. Encama dagirkeriyê ye. Ez dikarim wisa bejim. Kesên ku şopandina dozê di Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de nekirin jî şirîkê berpirsan in. Roboskî jenosîd e.”

Derbarê Salvegera Komkujiya Roboskiyê de 15 Baroyên Bakurê Kurdistanê jî daxuyaniyek hevpar belavkirin û di daxuyaniyê de hat gotin ku Komkujiya Roboskiyê nîşaneya herî berceste ya neyîna pergala dadê li Tirkiyeyê ye ku dadgehê ji bo qetlîama Roboskiyê gotibû “Xeletîya ku ne pêkanbû pêşî lê were girtin.”