ENKS: PYD di ber revandina endamên PDK-Sê de berpirsyar e

ENKS: Revandina endamên PDK-Sê hewlên yekrêziya Kurdî dike armanc

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxwaza berdana 2 endamên PDK-Sê ji PYDê dike û dibêje, ev kiryar hewlên yekrêziya Kurdî dike armanc.

Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Hisên Silêman duhî 28ê Berfanbarê û endamê Encûmena Herêmî ya PDK-Sê Bilind Mela Ismaîl jî pêr 27ê berfanbarê ji nava bajarê Dêrikê yê Rojavayê ji aliyên ser bi Rêveberiya Xweser ve hatibûn revandin.

Di vê derbarê de, Sekreteriya Giştî ya ENKSê îro di daxuyaniyekê de revandina 2 endamên PDK-Sê şermezar kir û ragihand, PYDê di ber revandina van endamên PDK-Sê de berpirsyar e û divê ev kiryar di zûtirîn dem de werin rawestandin. Her wiha ENKSê daxwaza azadkirina wan kir.

ENKSê da zanîn ku ev pêngav hewldanên yekrêziya Kurdî dike armanc û dihêle ku zêdetir xelk ji Rojavayê Kurdistanê koçber bibin.

ENKSê bang li rêxistinên mafên mirovan û dewletên ku di pirsa Sûriyê de cih digirin dike ku sînorekê ji van kiryaran re deynin.

Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan û mirovî, raya giştî û welatên ku bi karûbarên Sûriyê re têkildar in destwerdanê bikin û sînorekê ji van binpêkirinan re deynin.