Li Îranê îsal 565 welatî hatine bidarvekirin

Komeleya Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê rapora xwe ya salane belav kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Komeleya Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê di rapora xwe ya salane de aşkere dike, îsal li Îranê 565 kes hatine bidarvekirin û cezaya bidarvekirinê li 92 kesan jî hatiye birîn. Bi vî awayî jî, hejmara darvekirinan li gorî sala borî jî, ji sedî 88 zêde bûye.

Komeleya Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê rapora xwe ya sala 2022’an a binpêkirinên mafên mirovan li Îranê belav kir. Raporê hemû zanyariyên li ser rewşa mafên mirovan û binpêkirinên mafên mirovan li Îranê yên di îsal de hatine kirin, radixe ber çavan.

Komeleya Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê xwe dispêre 13 hezar û 342 raporên mafên mirovan ên ji 267 çavkaniyan. % 55 van çavkaniyan rasterast girêdayî komeleyên çalakvanên mafên mirovan, % 13 çavkaniyên nêzîkî hikûmetê û % 32 rêxistinên din ên mafên mirovan bûn.

Li gorî vê raporê û derbarê pêkhateyên netewî yên Îranê de, par 205 raporên binpêkirinêm mafên mirovan hatine weşandin. Li gorî van raporan, 225 kes hatine desteserkirin, 12 kes bi cezayê zîndanê û 3 kes cezayê darayî hatine cezakirin û 68 kes jî ji bo lêpirsînê hatine bangkirin.

Derbarê pêkhateyên olî de, 199 raporên binpêkirinên mafên mirovan hatin weşandin. Li gorî van raporan, 140 kes hatine desteserkirin, 79 kes bi cezaya zîndanê, 23 kes jî cezaya darayî û kesek jî lêdana qemçiyê hatine cezakirin. 10 kes jî ji mafên wan ên civakî bêpar hatine hîştin.

Derbarê azadiya raman û derbirînê de 6 hezar û 311 raporên binpêkirinên mafên mirovan hatin belavkirin. Li gorî agahiyên van raporan, 22 hezar û 655 kes hatine girtin, ji bo 711 kesan cezayê girtinê, 62 kesan cezaya darayî û 35 kesan jî cezaya lêdana qamçiyê hatine birîn. 37 kes jî ji mafên civakî bêpar hatine hîştin.

Derbarê rêxistinên pîşeyî de, 2071 raporên binpêkirinên mafên mirovan hatin belavkirin. Li gorî wan, 309 kes hatine girtin, ji 25 kesan re cezaya girtinê hatiye dayîn û kesek jî bi cezaya lêdana qamçiyê hatiye cezakirin.

Derbarê bidarvekirina welatiyan de, 457 raporên binpêkirinên mafên mirovan hatin belavkirin. Li gorî van raporan, par li 92 kesan cezayê bidarvekirinê hatiye birîn û 565 kesan jî hatine bidarvekirin ku li gorî sala borî ji sedî 88 zêde bûye. Di nav kesên hatine bidarvekirin de 11 jin û 5 zarok jî hene.