Sûriye.. Di sala 2022an de kêmtirîn hejmara salane ya kuştiyan hatiye tomarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Sûriyê herî kêm 3 hezar û 825 kes di sala 2022an de hatine kuştin, ku ev amar ji destpêka şerê Sûriyê yê berî nêzîkî 12 salan, kêmtirîn rêjeya salane ye.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov îro Şemiyê 31/12/2022an, amara salane ya kuştiyan belav kir û diyar kir, di sala 2022an de 3 hezar û 825 kes li navçeyên cuda yên Sûriyê hatine kuştin, ji destpêka şerê navxwe yê Sûriyê ve, ev kêmtirîn rêjeya kuştiyan e.

Li gorî Rewangehê, piştî rawestandina operasyonên leşkerî yên mezin ku Şam bi piştevaniya Rûsiya li ser deverên derveyî kontrola wê pêk dianî, rêjeya kuştinê li Sûriyê kêm bû, bi taybet piştî ku Rûsya ji meha Sibatê ve bi şerê li Ukraynayê ve mijûl e.

Li gorî amaran:

- Di sala 2022an de 1627 sivîl, di nav de 321 zarok hene hatine kuştin. Da zanîn ku di nav sivîlan de, 209 kes ku nîvê wan zarok bûn, di encama mayîn û bermahiyên şer de canê xwe ji dest dane.

- Îsal 627 endamên hêzên rejîmê û 217 çekdarên komên girêdayî wê hatine kuştin.

- Nêzîkî 562 çekdarên DAIŞê, 387 ji Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) û pêkhateyên ku bi wan re kar dikin, ji bilî 240 çekdarên komên opozîsyonê hatine kuştin.

Ev yek di demekê de, di sala 2014an de amara herî bilind a şer û pevçûnan tomar kir, ji ber ku Rewangehê di wê sale dekuştina nêzîkî 111 hezar kesan belge kir.

Di van du salên dawî de, tundiya şer hêdî hêdî li çend deverên Sûriyê kêm bûye, bi taybet li parêzgeha Idlibê ku Heyet Tehrîr el-Şam (Cebhet el-Nusra berê) nîvê devera wê kontrol dike û agirbest li gorî peymana Tirkiye-Rûsya ji Adara 2020an vir ve lê hatiye ragihandin.

Ji destpêka krîza Sûriyê di sala 2011an de, şer û pevçûnan nêzîkî nîv milyon kes kuştine, ziyaneke mezin gihandiye jêrxaneyan û aboriyê û zêdetirî nîvê xelkê neçar kiriye ku birevin li hundir û derveyî Sûriyê bibin koçber û penaber.