Şaredariya Silopya ya HDPê bi erzanî xizmeta veguhestina navbajêr dike

Ji bo her kesekî, heqê siwarbûna bas û dolmîşên navbajêr di navbera 25 quriş û lîreyekê de ye.
kurdistan24.net

Şirnex (K24) - Şaredariya Silopya ya Şirnexê ku di destê HDPê de ye, şaredariya ku li Bakur û Tirkiyeyê erzantirîn xizmeta veguhestina navbajêr dike ye. Ji bo her kesekî heqê siwarbûna bas û dolmîşên navbajêr di navbera 25 quriş û lîreyekê de ye. Welatî ji vê xizmeta şaredariyê keyfxweş in. Hevseroka Şaredariyê jî dibêje; xizmetên wan ji bo gel in.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê şaredariya ku bi erzantirîn xizmeta veguhestina navbajêr dike şaredariya navçeya Silopya ya Şirnexê ye ku di destê HDPê de ye.  Jin û xwendekar bi 25 qurişan, jin û mêrên ku qerta wan hebe bi 50 qurişan, kesên ku bêqert in jî tenê lîreyekê heqê rê didin. Welatî ji vê xizmeta erzan keyfxweş in.

Welatiya bi navê Necîba Temel ji K24ê re diyar kir: “Heqê rê gelek erzan e, baş e. Gelek keyfa me jê re tê. Li gorî pêwîstiya xwe ez hin rojan du caran hin rojan 3 caran siwar li minîbusê siwar dibin.”

Welatiyekî din jî destnîşan kir: “Heqê rê ya minîbûsan ji me re gelek baş e. Ne giran e, erzan e. Ez bawer dikin heqê mazota xwe jî dernaxîne. Li Tirkiyeyê şaredariya vê xizmetê dike ya herî erzan ev der e.

Herwiha welatiyê bi navê Azad Şengul jî dibêje: “Heqê rê gelek baş e, şaredariya me ji bo me gelek dibe arîkar. Lê belê kêmasî ew e ku hejmara minîbûsan kêm in. Bajar mezin bûye êdî ev minîbûs têra me nakin. Em gelik li benda wê disekinin. Heta mînîbus tê em dikarin bi peyatî biçin sûkê.”

22 basên piçûk û mezin ên navbajêr yên Şaredariya Silopya hene. Di navbera demjimêr 6ê sibehê û heta 11ê şevê de xizmetê didin. Mînîbûs li hemû taxên bajêr digerin. Bi taybetî welatiyên ku otomobîlên wan nîn in bi mînîbûsan tên û diçin. Welatî dixwazin ku hejmara minîbûsan bêne zêdekirin.

Hevseroka Şaredariya Silopya Edalet Fîdan dibêje; qeyûmê ji beriya wan, şaredarî gelek deyndar kiribû, ew ji aliyekê ve deynan didin û ji aliyê din ve jî hewl didin ku karûxebatên xizmetgûzariyê bo gel bikin.

Edalet Fîdan ji K24ê re diyar kir: “Em dibêjin; divê welatî bikaribin bêberamber ji minîbûsên navbajêr û avê sûdê werbigirin. Bi ya me divê ev her du xizmet belaş bin. Ji ber ku ev pêwsîtiyên welatiyan yên jiyanê ne. Şaredariyên din jî bi me re pêwendî danîn, ji me re gotin hûn çawa dikarin ji bin vî barî derkevin. Em dibêjin; armanca ne ew e ku em ji minîbûs û avê feyde bikin.”

Malbateke 5-6 kes dema ku li mînîbûsê siwar dibin û ji taxekê diçin taxeke din û serdana xizmê xwe didin û dîsa vedigerin mala xwe 10-12 lîre heqê rê didin. Ev yek wan keyfxweş dike.