Maseya şeşalî sibe li ser mijara namzedê hevbeş dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Maseya şeşalî sibe 5ê mehê dicive û ji bo amadekariyê, Serokê Partiya Pêşerojê Ehmed Davutoglu serdana serokên partiyên maseyê kir. Li gor agahiyan mijara sereke li ser namzedê hevbeş e û serokê CHPê dibêje arasteya hemû serokan yek e. Serokomarê Tirkiyê jî maseya şeşalî, wek maseya têkderan bi nav dike û dibêje, ew ne di xizmeta Tirkiyê de ne.

Maseya şeş alî sibe 5ê mehê bi mêvandariya Serokê Partiya Pêşerojê Ehmed Davutoglu dicive. Davutoglu bi vê armancê serdana serokên giştî yên maseya şeşalî kir. Li gor agahiyan, rojeva sereke, diyarkirina namzetê hevbeş e, lê nayê payîn piştî civînê navê namzed were ragihandin.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu: “Em şeş partiyên cuda ne, lê, di warê demokrasiya de, em bi heman felsefeyê tevdigerin. Em dizanin çi çawa tê kirin, ji niha ve tevî tîman em karên xwe dikin. Emê tiştên baş çêbikin û yek bi yek cîbicî bikin. Emê Tirkiyeyek nû ava bikin.”

Kar û hewlên maseya şeşalî di rojeva Serokomarê Tirkiyeyê de jî cihekî giring digre. Erdogan maseya şeşalî wek hevpeymaniya têkderan bi nav dike û dibêje, ew mase ne di berjewendiya Tirkiyê de ye.

Erdogan dibêje: “Gefên rêxistinên terorê ku ji hêla emperyalîstan ve tên bikaranîn, û maseya şikestî ya şeş aliyan ku bi endazyariya siyasetê hatiye çêkirin, nikare li pêş armancên sedsala Tirkiye bibe asteng. Ji ber vê pêwîst e em çar pênc mehên li pêş xwe baş binirxînin. Em dizanin ewên dixwazin Tirkiye vegerînin rojên berê, li cihê xwe ranawestin.”

Îyî Partî û CHP li ser namzedê hevbeş nakok in. CHPê biryar daye Kemal Kiliçdaroglu wek namzedê xwe destnîşan bike ku HDP jî piştgirî dide, lê Îyî Partî îdîa dike, şansê Kemal Kiliçdaroglu li hemberî Erdogan kêm e û ji ber vê dixwaze namzedekî din were destnîşankirin.

Hemû aliyên maseya şeşalî dibêjin, bi hemahengiya wan dê namzedê hevbeş derkeve û dê bibe serokomarê 13emîn ê Tirkiyê.