Amnesty: Parîs dixwaze penaberan bişîne Sûriyê

Hejmarek rêxistinên civaka sivîl ragihand, Fransa dixwaze penaberan bişîne Sûriyê û vê yekê weke "skandal û neyasayî" bi nav dikin, herwiha ji hikûmeta Parîsê daxwaz dikin ku derbarê vê mijarê de daxuyaniyekê bide.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmarek rêxistinên civaka sivîl ragihand, Fransa dixwaze penaberan bişîne Sûriyê û vê yekê weke "skandal û neyasayî" bi nav dikin, herwiha ji hikûmeta Parîsê daxwaz dikin ku derbarê vê mijarê de daxuyaniyekê bide.

Rêxistinên Lêborîna Navdewletî (Amnesty International), La Cimade û Revivre di daxuyaniyeke hevbeş de eşkere kirin ku Parîs li ser şandina penaberan bo Sûriyê dixebite.

Herwiha destnîşan kirin ku di meha Cotmeha 2022yan de desthilatdarên navçeya Haute-Garonne a li başûrê rojavayê Fransayê û Rêveberiya Polîsê Parîsê hewl dane pêwendiyê bi Balyozxaneya Sûriyê bikin, tevî ku ji Adara 2012an ve Parîs û Şam pêwendiyên xwe yên siyasî qut kirine.

Di daxuyaniya hevbeş a  Amnesty International, La Cimade û Revivre de hatiye diyarkirin ku ev hewla hikûmetê "skandal û neyasayî û li dijî bingehên yasayî yên navdewletî ye".

Herwiha daxwaz kirine ku desthilatdarên Fransayê derbarê vê mijarê de daxuyaniyekê bidin ku ew pabendî yasaya navdewletî dibin û rê nadin şandina ti kesekî bo welatekî, ku mirin û êşkence gefê li wan bixin.

Li hember vê daxwazê, Wezareta Navxwe ya Fransayê tenê wê yekê gotiye ku heta niha ti kesekî bo Sûriyê nehatiye şandin.