Enqerê serdana Serokê Parlamentoya Swêdê bo Tirkiyê betal kir

Biryar bû, Serokê Parlamentoya Swêdê Andreas Norlen vê mehê serdana Enqerê bike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Enqerê serdana çaverêkirî ya Serokê Parlamentoya Swêdê bo welatê Tirkiyê, betal kir.

Biryar bû, Serokê Parlamentoya Swêdê Andreas Norlen vê mehê serdana Enqerê bike.

Serokê Parlamentoya Tirkiyê Mustafa Şentop wek helwestek li dijî Swêdê, biryar da ku serdana Serokê Parlamentoya Swêdê Andreas Norlen betal bike.

Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, “wek bersivek ji bo reftara PKKê ya li hember Recep Tayyip Erdogan û Tirkiyê ya li Swêdê, serdana 17ê vê mehê ya Serokê Parlamentoya Swêdê bo Tirkiyê hat betalkirin.