Droneke Tirkiyê otomobîlek li gundewarê Amûdê bombebaran kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Droneke Tirkiyê otomobîleke leşkerî li gundewarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, dorneke artêşa Tirkiyê îro otomobîleke leşkerî di navbera gundên Girê Mozan û Qerqûbê li başûrê rojhilatê Amûdê bi du mûşekan kir armanc, bêyî ku ziyanên canî çêbin, û ziyan tenê madî bûn.

Roja 11ê vê mehê jî, otomobîlek li ser riya M4 di navbera Qamişlo – Hesekê de ji aliyê hêzên asmanî yên Tirkiyê ve hatibû bombebarankirin.

Bi vê yekê, hejmara êrîşên asmanî yên artêşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê û herêmên bin kontrola Rêveberiya Xweser de ji destpêka sala 2023an ve gihîşt 6 êrîşan û di encamê de sivîlek bûye qurbanî û 3 şervan jî hatine kuştin şehîd, her wiha 3 kes jî bi giranî birîndar bûbûn.