Hereketa Azadî û HEZKURD serdana partiyên siyasî dikin

Arşîv
Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyê di heyama ku ji aliyê deshlat û opozîsyonê ve behsa guherîna destûrê tê kirin û xebatên bijartina dersên Kurdî berdewam dikin, Hereketa Azadî û HEZKURD serdana partiyên siyasî dikin. Mijara serdanan Fermîbûna zimanê Kurdî û statûya Kurdan di destûra nû de ye.

Şandeya ku ji Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Metîn Pîranî û Kordînatorê giştî yê HEZKURDê Fevzî Bulgan pêk tê, îro 16.01.2023 li Enqerê dê serdana Partiya Dengê Tirkiyê (SES PART), Partiya DEVA û HUDAPARê bikin. Sibê Sêşemê jî dê serdana partiya Pêşerojê û HDPê bikin.

Amadekariyên destura nû, dersên bijarde yên Kurdî, di destûrê de statûya Kurdan û naskirina zimanê Kurdî û geşedanên di siyasetan navxweyî ya Tirkiyê de mijarên sereke yên van serdanan e.

Tê çaverêkirin ev şandeya HEZKURD û Hereketa Azadî li gel şêwirmendên serokomarê Tirkiyê Erdogan jî li ser heman mijaran hevdîtinekê pêk bînin, her wiha bi Partiya Komarî ya Gel (CHP) jî re jî rûnin.