Mesrûr Barzanî: Omer Çawşîn xizmeteke mezin ji hunera Kurdî re kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawiyê ya hunermend Omer Çawşîn, di peyamekê de sersaxî li malbata wî kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Ez sersaxiyê ji malbata hunermendê navdar ê şano û dramaya Kurdî Omer Çawşîn re dixwazim ku bi riya berhemên xwe xizmeteke mezin ji hunera Kurdî re kiriye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî dibêje: “Ez ji Xwedayê mezin hêvî dikim ku xwedêjêrazî bixwe mîhrebana xwe û giyanê wî bi bihiştê şad bike û sebr û aramiyê bide malbat û hevalên wî.”

Hunermend û şanoger Omer Çawşîn şeva Yekşemê 15.01.2023an li Silêmaniyê ji ber nexweşiyê koça dawî kir.