Birîndarê êrîşa li Mêrdînê jî canê xwe ji dest da

Navenda Nûçeyan (K24) – Welatiyê Herêma Kurdistanê yê ku li parêzgeha Merdînê di encama êrîşeke çekdarî de birîndar bûbû, canê xwe ji dest da.

Şeva borî li ser riya bajarokên Artukluyê û Nisêbînê yê bajarê Mêrdînê li nêzikê devera Yenîkoyê êrîşeka çekdarî li dijî otomobîleke welatiyên ji Duhokê hate kirin, di encamê de jî, 4 kesan canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bûbû.

Birîndarê bi navê Mela Ehmed Celaleddîn piştî ku ji ber giraniya birînên wî ji bo nexweşxaneya Elezîzê hatibû birin, canê xwe ji dest da.

Ji aliyê xwe ve, Parêzgarê Merdînê ragihand, di lêpirsînan de 4 kesên bi navê M.Ş, F.A, A.Y û A.K ku wek gumanbarên bûyerê tên dîtin bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê hatin desteserkirin.

Parêzgarê Merdînê da zanîn jî, lêpirsîna derbarê bûyerê de bi hûrî berdewam dike.