Brîtanyayê ji bo geştên bo bajarên Şirnex û Colemêrgê hişyarî da

Brîtanyayê ji bo welatiyên xwe hişyariyeke nû ya geştiyariyê ragihand û ji welatiyê xwe daxwaz kir ku ji du bajarên Bakurê Kurdistanê dûr bisekinin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Brîtanyayê ji bo welatiyên xwe hişyariyeke nû ya geştiyariyê ragihand û ji welatiyê xwe daxwaz kir ku ji du bajarên Bakurê Kurdistanê dûr bisekinin.

Di daxuyaniya Wezareta Kar û Barên Derve ya Brîtanyayê de ji welatiyên Brîtanî tê xwestin ku di geştên xwe yên 2023an de ji bajarên wek Colemêrg û Şirnexê dûr bisekinin.

Di hişyariyê de tê gotin ku Colemêrg û Şirnex nêzî sînorên Iraq û Sûriyê ne û egera êrîşên terorî li wan deveran heye û welatiyên ku biçin wan deveran bila bergiriyên zêde bigrin.

Ji aliyê din ve hikûmeta Brîtanyayê diyar kiriye ku bi awayekî giştî Tirkiye ji bo geştiyaran welatekî ewle ye.

Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê sala derbasbûyî jî ji bo welatiyên xwe hişyariya geştiyariyê bo bajarên Colemêrg û Şirnexê ragihandibû.