Hrant Dînk li Stenbolê hat bibîranîn

Rojnamevanê Ermen Hrant Dînk ku ji hêla nijadperestekî Tirk ve hatibû kuştin, di 16emîn salvegera qetilkirina xwe de li Stenbolê hat bibîranîn.

Stenbol (K24) - Rojnamevanê Ermen Hrant Dînk ku ji hêla nijadperestekî Tirk ve hatibû kuştin, di 16emîn salvegera qetilkirina xwe de li Stenbolê hat bibîranîn. Axaftina bibîranîna îsal de bal hat kişandin ser qetilkirina Kurdan jî û hat ragihandin xwîna Dînk û xwîna Musa Anter û qûrbaniyên komkujiya Dêrsimê digihîn hev.

Hrant Dînk rojnamevanê Ermen ê 16 sal berê ji hêla nîjadperestekî Tirk ve li ber avahiya rojnameya Agosê hatibû kuştin hat bibîranîn.

Di salvegera merasîma îsal de dostê Dînk derhêner Emîn Alper axaftinekê pêşkêşî girseyê bo bibîranînê hatin kir. Alper bal kişand ser komkujiya li ser Kurdan û bilêv kir ku kuştina Dînk û kuştina Musa Anter û komkujiya Dêrsimê encama heman pergalekê ne.

Derhêner Emîn Alper diyar kir: “Xwîna Hrant û û xwîna ji porê spî yê Musa Anter, ji çiyayên Dêrsimê, Sêwazê, Meraşê diherike dê bigihijin hev. Bi salan e rewşenbîrên ku banga wekhevî, bratî kirine û gelek kesên ji ber ku Kurd bûn, Ermen bûn hatine qetilkirin, xwîna wan digihije hev û rêyekê ji xwe re digere. Hejmara wan kêm bû lê xwîna wan gelek herikî. Ji bo Hrant û ji bo parastina gelek kesên zilm û neheqî dîtine divê em bibin yek û dengê xwe bilind bikin.”

Gelek parlamenterên CHP, HDP û nûnerên saziyên sivîl beşdarî merasîmê bûn û kulîlk danîn li pêş avahiya Rojnameya Agosê ku Dînk lê hatibû qetilkirin.

Parlamenterê HDP Garo Paylan ku ew bi xwe jî Ermen e ragihand ji bo ku kesên fermana kuştina Dînk dane li parlamentoya Tirkiye daxwaza lêkolînekê kirine lê ev daxwaza hatiye redkirin.

Garo Paylan ji K24ê re ragihand: “Ji roja ewil de ku Hrant Dînk hat qetilkirin me got ku yên biryara kuştina wî dane werin darizandin. Di ser bûyerê re 16 sal derbas bûn û hê jî yên ferman dane ji hêla dewletê ve tên parastin. Me li parlamentoyê pêşniyaznameyekê ji bo lêkolînkirina bûyerê da lê AKP û MHP ev yek red kir.” 

Derbarê kuştina Dînk de ligel girtina kujer, polês û leşkerên payebilind jî tê da heta niha ji 26 kesan re cizaya zindanê hatiye dayîn. Lê malbat û dostên Dînk daxwaza berfirehtirkirina bûyerê û dîtina kesên fermana kuştinê dane dikin ji bo vê serî li daraza bilind dane û ji meha Hezîrana borî tu encam jê derneketiye.