Ji Erdogan derbarê roja hilbijartinan de daxuyaniyeke nû

“Piştî nirxandinên berfireh, me dît ku roja 14ê Gulana 2023an ji hemû aliyan ve ji bo hilbijartinan roja herî guncaw e.”

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê hilbijartinên Tirkiyê de ragihand: “Piştî nirxandinên berfireh, me dît ku roja 14ê Gulana 2023an ji hemû aliyan ve ji bo hilbijartinan roja herî guncaw e.”

Îro Duşemê 23ê Çileya 2023an, kabîneya hikûmeta Tirkiyê bi serokatiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan civiya û piştî civînê Erdogan daxuyanî da.

Erdogan di axaftina xwe de diyar kir: “Weke ku tê zanîn, roja hilbijartinan 18ê Hezîranê bû. Ji ber ku ev roj hevdema erefeya Cejna Qurbanê û dema Hecê ye, him jî ezmûnên zarokên me hene, me pêwîst dît ku dema hilbijartinan were nûkirin.

Serokomarê Tirkiyê got: “Piştî nirxandinên berfireh, me dît ku roja 14ê Gulana 2023an ji hemû aliyan ve ji bo hilbijartinan roja herî guncaw e. Em dixwazin welatê xwe di wê rojê de bibin hilbijrtinan. Li gor Destûra me ya Bingehîn, eger parlamentoya me bi piraniya sê ji pênc vê rojê nû bike, em ê kêfxweş bibin.”

Recep Tayyip Erdogan diyar kir: “Ez hêvî dikim, hilbijartinên ku ji bo serdema 2023an em ê pêk bînin, bi xêr be.”