Graham: Ez hêvî dikim Herêma Kurdistanê bandorê li ser welatên cîran bike

Hewlêr (K24) – Serokê Dezgeha Samaritan's Purse Franklin Graham ji Kurdistan24ê re ragihand, li Rojhilata Navîn li çend cihên kêm girîngî bi pêkvejiyanê tê dayîn û hêvî dike ku Herêma Kurdistanê bandorê li ser welatên cîran bike, da ku ew jî girîngiyê bidin pêkvejiyanê.
Franklin Graham diyar dike, ew kêfxweş e ku Herêma Kurdistanê girîngiyê dide pêkvejiyana neteweyên cuda û derî ji bo hemûyan vedike.
Serokê Dezgeha Samaritan's Purse li ser pêkvejiyana li Rojhilata Navîn û Herêma Kurdistanê wek nimûne, behsa wê yekê kir ku çend cihên kêm hene li Rojhilata Navîn ku tê de grûp û neteweyên xwedî bîr û baweriyên cuda bi hev re di aştiyê de dijîn.
Franklin Graham destnîşan kir, ku ew hêvî dike, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikare bandorê li ser dilê welatên cîran û neteweyên din jî bike, da ku ew jî girîngiyê bidin pêkvejiyanê.
Li ser rewşa Herêma Kurdistanê, Graham got: “Xelkê ji navçeyên din tên li Herêma Kurdistanê dijîn, gelek kêfxweş im ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê deriyê herêma xwe ji bo hemûyan vekiriye.”