Berfê rêya 800 gundên Bakurê Kurdistanê girtiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Berfê li çar bajarên bakurê Kurdistanê riya nêzikê 800 gundan girtiye.
Li bajarê Wanê, Colemêrgê, Bitlîsê û Mûşê riya 781 gundan ji ber barîna berfê hatiye girtin.
Li gor zanyariyan, çûnûhatin bo 150 taxên Wanê, 102 gund û taxên Colemêrgê, 267 gundên Bitlîsê û 272 gundên Mûşê nayê kirin.
Tîmên girêdayê parêzgehan jî hewleke cidî didin da ku riyan vekin.