Li Tirkiyê di şeş mehan de 700 koçber bi zextê bo Sûriyê hatine vegerandin

Platforma Mafên Koçberan a li Tirkiyê ragihand di 6 mehên dawîn de jin û zarok jî tê da nêzî 700 koçber ku xwediyê belgeya fermî ya rûniştinê ne, bi awayekî derhiqûqî ji Tirkiyê bo kampên Sûriyê hatine vegerandin.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Platforma Mafên Koçberan a li Tirkiyê ragihand di 6 mehên dawîn de jin û zarok jî tê da nêzî 700 koçber ku xwediyê belgeya fermî ya rûniştinê ne, bi awayekî derhiqûqî ji Tirkiyê bo kampên Sûriyê hatine şandin. Tê amajekirin bi nêzîkbûna hilbijartinê mehane hezar koçber bo Sûriyê dê bên şandin. Kesûkarên wan koçberan a li Tirkiyê dijîn amaje kirin vegerandina xizmên wan bi zext û lêdanê hatine kirin û ji ber vê gelek zarok sêwî û êtîm mane.

Koçbera Sûrî ya bi navê Halîme Hemûd ku ev 11 sal in li gel malbata xwe bi nasnameya fermî li Tirkiyê dijî û dayika du zarokên kêmendam in, dide zanîn mêrê wê tevî ku xwediyê belgeya fermî ya rûniştinê ye bi zext û lêdanê ji Tirkiyê hatiye dersînorkirin û bo kampa Sûriyê hatiye şandin.

Halîme Hemûd ji K24ê re diyar kir: “Dema mêrê min ji bo xwe, çend pakêtên cixare ji Sûriye anîbû li ser sînor bi tohmeta qaçaxçitî hat desteserkirin û ew dersînor kirin. Mêrê min belgeya xwe ya fermî nîşan da tu tohmet li ser wî tune bû, Tirkan li wî xistin êşkence lê kirin, bo dersînorkirinê belgeya îmzekirî danîn ber wî, weke ku mêrê min riza daye nîşan dan. Eger hebe sûcekî wî bila derxin dadgehê, lê ev yek nehat kirin. Niha bi 3 zarokên xwe perîşan bûme.”

Gulsum Bekir jî salên dûrûdirêj bi 5 zarokên xwe bi nasnameya fermî ya Tirkiyê li Stenbolê dijî lê niha mêrê wê ev du meh zêdetir di kampeke Tirkiyê de tê sekinandin bo şandina Sûriyê.

Koçbera Sûrî Gulsum Bekîr ji K24ê re ragihand: “Dema em çûbûn dezgeha fermî ya koçberan li Stenbolê bêyî sedemek bê nîşandan mêrê min girtin û birin kampeke li Hatayê û ji wir dê bibin Sûriyê lê li wir ji bo jiyana wî em ditirsin.”

Mafnas û berpirsên Platforma Mafên Penaberan li Stenbolê der barê vegerandina koçberên Sûriyeyî de civiyan û ragihandin ku ber bi nêzîkbûna hilbijartina li Tirkiyê zextên ser koçberan zêdetir dibe û koçber bo berjewendiyên siyasî tên bikaranîn.

Berdevkê Platforma Mafên Koçberan Taha Elgazî ragihand: “Li gor amarên li ber destê me di 6 mehên dawî de nêzî 700 koçber ku tê da jin û zarok jî henin bêyî dilê xwe bo Sûriyê hatine şandin. Bi zorê îmze bi koçberan tên avêtin. Ber bi nêzîkbûna hilbijartinê bi ya min mehane dê hezar koçber bo Sûriyê dê bên şandin. Ev yek derhiqûqî ye û li dijî peymanên navdewletî ye.”

Li Tirkiyeyê ev demeke bi polîtîkaya hin partiyên siyasî yên nîjadperest li dijî koçberan nerazîbûnekê li nava civakê hatiye peydekirin. Bi nêzîkî hilbijartinê gelek partiyên siyasî soza vegerandina penaberan didin xelkê da ku rêjeya dengê xwe zêdetir bikin.