Li Wanê bo 4 rojan qedexe hat ragihandin

Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê bo 4 rojan civîn û xwepêşandan hatin qedexekirin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê bo 4 rojan civîn û xwepêşandan hatin qedexekirin.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Wanê, ji bo rêlibergirtina êrîş û çalakiyên ku li ser ewlekariya neteweyî gefê pêk tînin, ji roja Yekşemê 5ê Sibatê heta 8ê Sibata 2023an bo dema 4 rojan biryara qedexeyê hatiye dayîn.

Parêzgariya Wanê dibêje, “armanca vê biryarê ew e ku nehêlin bûyerên tûndiyê zêde bibin, planên rêxistinên terorê têk bidin û ewlekariya can û mal a welatiyan biparêzin”.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: “Di nava sînorê parêzgeha Wanê de ji roja Yekşemê 5ê Sibatê şûnde, bo dema 4 rojan civînên derve û xwepêşandan ên li gor yasaya heyî hatine qedexekirin. Ji bo çalakiyên wek daxuyaniyên çapemeniyê, vedana kon, kampanya berhevkirina îmze, belavkirina belavokan divê destûra fermî ji rêveberiya pêwendîdar bê wergirtin.”