Li Diyarbekirê ji ber berfê qeza rû dan û rêwî asê man

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê ji ber barîna berfê rê hatin girtin qezayên trafîkê rû dan û di otogaran de jî ji ber girtina rêyan rêwî asê man. Li Diyarbekir û tevahiya Bakurê Kurdistanê tê pêşbînîkirin ku berf û baran nava hefteyê de jî bandora xwe bidomîne.

Li Diyarbekirê befir dereng barî û bandorek zêde li jiyana rojane kir. Befir bû sedem kur ê werin girtin û qezayên trafîkê rû bidin. Li gorî daneyên ji aliyê Şaredariya Bajarên Mezin a Diyarbekir hatî parvekirin di nava rojekê de li Diyarbekir 27 qezayên trafîkê rû dan. Li otogaran jî ji ber berfê gelek geşt hatin rawestandin û di encamê de jî rêwî di otogaran de man.

Di  nava 2 rojan de 2 basên rêwiyan ên Diyarbekir qeza kirin û 64 kes birîndar bûn û 8 kesan jî jiyana xwe ji dest dan. Berpirsên kompaniyên geştê didin zanîn ku sedema sereke ya qezayan qerîsek e ku otobês nikarin bisekinin û qeza dikin û eger rewş wisa bidome dê bêhtir geşt werin betalkirin.

Berpirsê Kompaniya Geştiyariyê Mehmed Gunturk ji K24ê re got: “Rewş wisa bidome emê gştên xwe betal bikin. Di rê de gelek qerîsek heye û ev yek dibe sedema rûdana qezayan.”

Di 6 Sibatê de betlaneya 15 roj a dibistanan bi dawî dibe û dê ji ber vê yekê xebatkar vegerin ser karên xwe hatço jî zêdetir bibe. Rayedar banga zêdetir baldarî û bergiriyan dikin.