Li Bakur û Tirkiyê hejmara qurbaniyên erdhejê gihîşt 5 hezar 434 kesan

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand, hejmara welatiyên ku ji ber erdhejê canê xwe ji dest dane, gihîşt 5 hezar û 434 kesan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand, hejmara welatiyên ku ji ber erdhejê canê xwe ji dest dane, gihîşt 5 hezar û 434 kesan, herwiha 31 hezar 777 kes jî birîndar bûne.

Serokê Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) Yunus Sezer roja 6ê Sibata 2023an di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand, welat li hember yek ji erdhejên herî mezin ên di dîrokê de rûbirû ye.

Yunus Sezer eşkere kir, roja 6ê Sibata 2023an di demjimêr 04:17 xulekan de bi hêza 7.7 pile, ku navenda wê navçeya Pazarcik a Mereşê bû, di demjimêr 13:24 xulekan de jî, bi hêza 7.6 pile, ku navenda wê navçeya Elbistanê bû, erdhej rûdane.