Erdogan: Hejmara qurbaniyan gihîşt 16 hezar û 546 kesan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, hejmara welatiyên ku di erdhejê de canê xwe ji dest dane gihîşt 16 hezar û 546 kesan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, hejmara welatiyên ku di erdhejê de canê xwe ji dest dane gihîşt 16 hezar û 546 kesan.

Erdogan ragihand, di erdhejê de canê xwe ji dest dane gihîşt 16 hezar û 546 kesan, herwiha 66 hezar û 132 kes jî birîndar bûne û 6 hezar û 44 avahî hilweşiyane.

Sibeha 6ê Sibata 2023an li navçeya Pazarcix a Mereşê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn.

Ji ber Erdhejê li bajarên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojavayê Sûriyê jî hejmarek mezin ji avahiyan hilweşiyan û li gorî amarên ne fermî jî, zêdetir ji hezar kesî canê xwe ji dest dane.