Prof. Dr. Kizilhan: Pêwîst e mirov piştevaniya mexdûrên erdhejê bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Derûnnas Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan dibêje, “ Tişta herî girîng ew e, kesên ji karesatê bi saxî rizgar bûne mirov bi wan bide hîskirin ku ew ne bi tenê ne. Hemû kes alîkariya mexdûrên erdhejê dike û eşên wan weke êşa xwe dibîne, parve dike. Divê em vanan bidin hîskirin”

Erdheja li navçeyên Bazarcix û Elbîstana ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê ligel 10 bajarên din yên Tirkiyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê jî bandorên xirap kir.

Li gorî hejmarên fermî li 10 bajarên Tirkiyeyê heta niha nêzî 22 hezar, li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê jî nêzî 4 hezar mirovan canê xwe ji dest daye.

Piştî erdheja ku rû da, penaberên Rojava û Sûriyê jî di nav de bi hezaran mirov neçar dimînin û ji bajarên xwe koçî hin bajarên din dikin.

Ji bilî van rewşan him di medyaya civakî û him jî li ser şaşeyên televîzyonan de li dijî penaberan dîmenên tundiya fizîkî û gotinên nefretperest her ku diçe zêdetir dibe.

Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhanê ku dibêje di koordînasyona qeyran û karesatên hewqasî mezin de hewce ye dewlet pêşengiyê bike bal dikişîne ser hin xalên wekî; dûrxistina mexdûrên erdhejê ji qada ku erdhej lê pêk hatiye, demildest damezrandina konan, avakirina qad û cihên germ û şandina tîmên tenduristiyê bo qadê.

Prof. Dr. Kizilhanê ku mirovekî zanist e li gelek deverên cuda yên cîhanê derbarê trawmayên ji ber sedemên karesatên sirûştî û şer de xebatan dide meşandin.

Kizilhanê bo Kurdistan24ê axivî diyar kir; li cîhanê piştî karesatên di vê mezinahiyê de, koordînasyon bi awayekî xurt û bidisîplîn tên meşandin û heta beriya organîzasyonên werzîşê yên mezin jî li ser egera bandorên xirap yên êrîşên terorî û karesatan jî tê sekinandin ku di egera bûyerek wisa de ew dikarin çawa bi lez tevbigerin.

Kizilhan tîne ziman, di rewşên wisa de pêdivî pê heye ku mexdûrên erdhejê û mirovên ji bo alîkariyê li qadê kar dikin bi rayêdarên dewletê re bi awayekî koordîne bixebitin.Herwiha bal dikişîne ser wê; ji bo rê li ber zêdetir windayiyan bê girtin jî divê organîzasyon rast bên meşandin.

Îlhan Kizilhan amaje dike, piştî karesatên wêranker rewşên panîk û katastrofîk bi mirovan re pêk tên û rêyên bê mirov di rewşeke wisa de dikare çi bike wisa rave dike:

Piştî karesatên bi vî rengî em bi rewşên negatîf yên wekî civakî, çandî û derûnî re rû bi rû dimînin. Em dê di pêşerojê de bi hin pirsgirêkên din re jî rû bi rû bimînin; ger bilez em rê li ber vê negirin dê weke civakê emê xwe winda bikin, hêviya civakê têk bibin.

Kizilhan êrîşa DAÎŞê ya li Şengalê a li dijî Kurdên Êzidî mînak dide û dibêje: “ Piştî van êrîşan, Êzidî ber bi hemû deverên cîhanê ve belav bûn. Li Kurdistanê koçberiyeke mezin destpêkir û piştî vê erdhejê jî dê koç kirin dest pê bikin”

Kizilhan dide zanîn mirov zarok û xizmên xwe yên di bin kavilan de mane difikire û vê rewşê bi van gotinan zelal dike: “Ger ez bavek an jî dayikek bim wê demê beriya her tiştî ezê zaroka xwe bifikirim. Di dema erdhejê de polîtîka, hişmendiya netewî yan jî Kurdîtî nayê bîra min. Ezê hesabê wê yekê bikim ku piştî zaroka min hate rizgar kirin ezê pêşerojeke çawa jê re ava bikim. Wê demê jî êdî ezê wisa bifikirim, “Li Mereş, Semsûr, Hatay û cihên din derfetên min tune ne, ez çima li van deran bisekinim?

Ji ber vê jî teqez dike divê hem Kurd hem jî komên civakî ku erdhejê bandor li ser wan kiriye bi dewletê re di nava koordînasyonekê de bin û xebatên bên kirin bi vî rengî bên meşandin. Helbet kêmasî hene, lê wê gavê kêmasiyên dewletê çi bin divê ev kom jî di vê çarçoveyê de ji bo temamkirina vanan bixebitin.

Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan ji bo proseya piştî vê karesetê, bi awayekî rast, tendurist derbas bibe û  heman qeyranên wisa bên kêmkirin hewcedariyê bi ravekirina mînakên li cîhanê û di vî warî de perwerdehiyeke rast ya bo mirovan re dibîne. Kizilhan dibêje“ Li Kurdistanê gelek ciwanên me hene. Divê ew bên perwerde kirin. Heta divê ew bo welatên weke Elmanya bên şandin û tecrûbe ango serpehatiyên beriya niha, bo wan bên gotin. Ew jî êdî dê bikaribin van perwerdehiyên xwe li Kurdistan an jî li hin cihên din bibêjin”

Kizilhan bala dikişînê ser wê yekê ku şeş hefteyên pêşî û heta sê mehan ji bo trawmayê gelekî girîng e: “Wê demê êş û birhatiyên ku hatine jiyîn tên bîra wan: Çi windakirin, ji malbata xwe kî/ê winda kirin... Bîrhatî tiştekî wisa ye. Mêjî niha di nava qeyranekê de ye, wê derfetê nade û nahêle ku şîna xwe bigre. Di navbera şeş hefteyên pêşî û heta sê mehan de bîrhatî weke xeta fîlmekê dê li ber çavên wan re biçe”

Li gorî Kizilhan ev prose ji bo trawmayê proseyeke gelekî krîtîk û hessas e, nexweşiyên derûnî wê demê derdikevin holê û vê rewşa girîng wisa îfade dike:

 “Ji ber vê yekê di navbera vî wextê min behs kir de hewceye mirov hin tiştan bikin. Hemû kes dê li gorî xwe û qeweta xwe dê bibe terapîstekî/e biçûk û alîkariya mexdûrên erdhejê bike. Li gorî min ev rewş taybetî bo Kurdan, ne rewşeke ku dûrî ne. Kurdan karesatên sirûştî, qetlîam û koçberî dîtin, Kurd bûn penaber û di rewşên xirap û zehmet de jî piştevaniya hev kirin. Herkesî deriyên malên xwe ji bo hevdu vekirin, niha jî wisa ye”

Herwiha Kizilhan bo Kurdistan24ê diyar kir alîkariyên civakî ku tên kirin gelekî girîng in lê sînorekî wan jî heye, piştî demekê dê mirov vegerin ser karên xwe, otêl heta heta deriyên xwe bo mexdûrên erdhejê dê venekin: “Ev hemû karên demkî û bo wextekî diyarkirî ne. Tiştê divê em bikin ji bo ji holê rakirina vê qeyranê alîkariyên bo wan mirovan in. Taybetî jî pêdivî pê heye li ser rawestin bê em dikarin çawa alîkariyê bidin wan mirovan ku ew ji trawmayên xwe rizgar bibin”

Piştî erdhejê ji her deveran ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî tên kirin, gelek mirov deriyên malên xwe vedikin, pereyên xwe ji hevdu re parve dikin. Lê gelo kesên deriyên xwe ji bo mexdûrên erdhejê vedikin divê çawa tevbigerin? Derûnnas Îlhan Kizilhan pirsa me wisa dibersivîne:

Mirov jixwe ji ber xwezeya xwe dizane bê çawa tevbigere. Tişta herî girîng ew e mirov bi wan bide hîskirin ku ew ne bi tenê ne. Hemû kes piştevaniya mexdûrên erdhejê dike û êşên wan weke êşa xwe dibîne. Hewceye em van bidin hîskirin. Ger bixwazin bigirîn, biqîrin, bilorînin; bihêlin li gorî dilê xwe bê çawa dixwazin tevbigerin, divê neyê mudaxile kirin. Pêwîst e em li cem wan rûnin û weke hevalekî/ê bi wan re biaxivin. Ger fêm bikin ku ew ne bi tenê ne, dê zûtir ji wê trawmayê rizgar bibin”

Ji aliyekî din ve Kizilhan bicîhkirina mexdûrên erdhejê li otêlan pêngaveke erênî lê bi tenê mayîna li odeyên otêlan jî hinekî bi talûke dibîne û wisa berdewam dike:

“Dema mirov bi tenê dimîne dikeve nav fikr û xeyalên kûr, dikarin tiştekî bînin serê xwe, dikarin tiştekî jixwe bikin û êşên giran derkevin holê. Li malekê, bi malbatekê re heta di konekî germ de mayîna bi bîst kesan re bi tenduristtir e ku ew li odeyeke otêlê bimînin. Çimkî wê gavê dikarin biaxivin, derdên xwe bibêjin û hesta wan ya piştevaniyê xurttir bibe. Mijareke din jî dema bi mexdûrên erdhejê re bê axaftin divê mirov gelekî nekeve nava meseleyên kûr. Hewceye behsa birînên wan yên fizîkî neyê kirin û nekeve nav hûrgiliyên wisa. Herwiha her gav behskirina ji karesatê, weke mirov wan bixe nav cîhaneke xeyalî, xwedî hin talûkeyan e jî”

Kizilhan li ser pirsa me ya gelo divê em ji mêvanên xwe televîzyonê vekin an na? Wisa diaxive: Divê mirov nûçeyan temaşe bikin. Bi temamî dûrxistina wan ne tiştekî rast e. Çimkî dema ev yek bê kirin weke ku mirov zorê bide wanan û wan bixe nava xewnekê. Lê belê helbet her gav temaşekirina li nûçeyan jî ne rast e, divê bi kontrol be”

ROJNAMEVANÊN Lİ QADÊN KARESATÊ HEWCEYE ÇAWA TEVBİGERİN?

Ji bilî mexdûrên erdhejê ji dema erdhej pêk hatiye û heta niha gelek rojnamager jî tevî şert û mercên giran li nav kavilên erdhejê karên xwe didomînin. Lê belê li van bajarên erdhejê hilweşandine divê rojnameger dema pêkanîna karên xwe de çawa tevbigerin, hay çi xalan hebin? Derûnnas Kizilhan derbarê vê yekê de bal dikişîne ser hin xalan:

“Demeke dirêj e em dersan didin bê rojanameger dikarin çawa xwe ji van trawmayan rizgar bikin. Girîn, lorîn û gelek tiştên tên ziman bibe nebe li ser mirovan xwedî bandor in. Mirov jî di van deman de nikarin hêstên xwe veşêrin. Loma rojnamevan hewceye ji serî ve di ferqiya van tiştan de bin.Çimkî gelek rojnamevan piştî van karesat û qeyranan bi êşên derûnî re rû bi rû man û nexweş ketin. Di şopandina nûçeyan de rastî gelek tiştan tên û tiştên dibînin di ber çavên wan re her gav diçin û tên. Ez dizanim ku hin rojnamegeran piştî xelata Pulîtzerê xwe kuştine”

Kizilhanê dibêje rojnameger divê amadeyî bûyer û tiştên ku dê bibînin û şahidiya wan bikin,  axaftina xwe wisa temam dike:

Rojnamevan profesyonel in. Divê bibêjin, ‘Ez Kurdim, Elewî me yan jî mirovê/a vê herêmê me. Ev bobelat hate serê min. Ezê biçim cihên karesat lê qewimiye, gavên bîrewer biavêjimû kare xwe bikim. Pirsgirêkên çêbûne nehatine serê min, ji ber vê divê tiştên ew mirov dijîn û rewşa din av de ne veguhezim’

Min bi hezaran kesên hatine revandin, rastî îşkenceyê, destdirêjî û tecawizê re hatine re hevdîtin pêk anîn. Ger ji sedî sed ez bi her trawmayê re empatiyê bikim dê ez jî wan trawmayan bijîm. Ev, nayê wê wateye ku ez ne xwedî hêsta empatiyê me lê sînorên hêsta empatiyê jî hene. Hêstên hûn dê bibînin ne hêstên we ne, hestên mexdûrên erdhejê yên karesatê ne. Tişta rojnameger bike, divê ji van hêstan zêdetir karên xwe bike yane ew jî veguhestin û nivîsîna nûçeyan e. Pêwîst e wisa bifike “Gelo ez dikarim çawa bi awayekî rast tiştên miletê min dijî veguhezim”