Termên 1772 qurbaniyên erdhejê ji Tirkiyê bo Sûriyê hatin şandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di roja 13emîn a erdheja wêranker de, termên 1772 sivîlên Sûrî ji Tirkiyê di deriyên sînorî re derbasî nava xaka Sûriyê bûn û hejmara qurbaniyên erdhejê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê zêde dibe.

Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, hejmara kuştiyên erdheja li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê gihîşt 6396 kesan, ji wan 2196 kes li deverên rêjîmê ne û 4200 kes jî li Efrînê û deverên din ên di bin kontrola opozîsyona Sûriyê de ne.

Her wiha SOHR diyar kir, hejmareke mezin ji Sûriyan jî Ldi erdheja li bajarên Tirkiyê canê xwe ji dest dan û heta niha termên 1772 qurbaniyên Sûrî bi rêya deriyên sînor derbasî Sûriyê bûne.

Bi vî awayî hejmara Sûriyên ku li Sûriye û Tirkiyê di erdhejê de canê xwe ji dest dane, gihîştiye 8168 kesan.

Her wiha SOHR pêşbînî dike ku hejmara qurbaniyên di nav axa Sûriyê de ne, dibe ku bigihe zêdetirî 7 hezar kesan, ji ber ku bi sedan term hîn di bin kavilan de mane û tîmên rizgarkirinê nekarîne xwe bigihînin wan.