Mesrûr Barzanî: Werin em di malper û medyaya civakî de Kurdî bêtir bi kar bînin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Roja Zimanê Dayik ragihand: “Parastin û pêşxistina zimanê dayik erkê me hemûyan e. Ez ê ji xwe ve dest pê bikim û ji îro û pê de ez ê bêtir bi Kurdî tweet bikim.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 21ê Sibatê bi boneya Roja Zimanê Dayik li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” nivîsî: “Ez Roja Zimanê Dayik li hemû Kurdistaniyan, netewe û pêkhateyên Kurdistanê pîroz dikim. Parastina û pêşxistina zimanê dayik erkê me hemûyan e. Werin em di malper û medyaya civakî de Kurdî bêtir bi kar bînin.”
Her wiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Ez ji xwe ve dest pê dikim û ji îro û pê de ez ê bêtir bi Kurdî tweet bikim.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî da zanîn jî: “Her wiha çend biryarên giring ji bo parastina zimanê Kurdî derdikin.”
ڕۆژی زمانی دایک، لە گشت کوردستانییان و نەتەوە و پێکهاتەکانی کوردستان پیرۆز دەکەم. پاراستن و گەشەپێدانی زمانی دایک، ئەرکی هەموومانه.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) February 21, 2023
با زمانی کوردی لە پێگەكان و سۆشیەڵ میدیادا زیاتر بەکاربهێنین.
لە خۆمەوە دەستپێدەکەم و لە ئەمڕۆوە زیاتر به کوردی توویت دەکەم. #بەکوردی