Li Îranê helîkopterek kete xwarê

Navenda Nûçeyan (K24) – Helîkoptereke Rêxistina Heyva Sor a Îranê ku Wezîrê Werziş û Ciwanan ê Komara Îslamî yê Îranê Hemîd Secadî û çend rayedarên din tê de bûn, kete xwarê.

Li gor nûçeyeke ajansa Tesnîmê ya Îranê, helîkopterek li yarîgeha werzişê ya Baft a li parêzgeha Kirman kete xwarê û di encamê de 15 kes birîndar bûn û kesekî jî canê xwe ji dest da.

Di nav birîndaran de Wezîrê Werziş û Ciwanan ê Îranê û endamê parlamentoyeke wî welatî û çar firokevan û çend rayedarên din hebûn.

Herwiha hat eşkerekirin, ku helîkopter ser bi Rêxistina Heyva Sor a Îranê bûye û di dema daketinê de kontrola xwe ji dest daye û ketiye xwarê.