Li Kerkûkê 500 donim ji zeviyên cotkarên Kurd dê bibe leşkergeh

Kerkûk (K24) – Wezareta Berevaniya Iraqê 500 donim zeviyên çandiniyê yên cotkarên Kurd li navçeya Daqûqê ya Kerkûkê vediguherîne navendeke leşkerî.

Li gorî zanyariyên peyamnêrê K24ê, nivîsek ji Rêveberiya Çandinî ya Daqûqê re hatiye şandin ku 500 donim zevî bidin Wezareta Berevaniya Iraqê, da ku weke navendeke leşkerî ji bo hêzên Iraqî were bikaranîn.

Peyamnêra K24ê Dîlan Barzan da zanîn, hemû zeviyên ku ji bo Wezareta Berevaniya Iraqê hatine diyarkirin, yên cotkarên Kurd in û zeviyên çandiniyê ne.

Endamê Encûmena Gundê Kulîtepe Fehmî Hebîb ji K24ê re got: “Berî 3 rojan ji aliyê Rêveberiya Çandiniyê ya Daqûqê ve em hatin agahdarkirin ku 500 donim erdê gundê me bidin Wezareta Berevaniya Iraqê.”

Got jî: “Me hijmarek parlementerên Kurd agahdar kirin ku rê li ber vê biryarê bigirin, eger bê cîbicîkirin em ê neçar bibin ku dest ji gundê xwe berdin.”

Her wiha diyar kir: “Me berê xwe li hember Erebên hawirde diparast, lê niha em nikarin bi artêşê re rûbirû bibin.”

Ev yek di demekê de ye piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, proseya Erebkirinê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bi rêjeyeke mezin dest pê kiriye.

Her çend di destpêka kabîneya nû ya Iraqê de, Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî biryar da ku komîta madeya 140 ji nû ve çalak bike, lê heta niha ew komîte nehatiye aktîfkirin.