Nêçîrvan Barzanî û Mîr Hazim tekezî li ser cibicîkirina rêkeftina Şingalê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê û Mîrê Êzdiyan tekezî li ser giringiya berdewamiya guhdana bi rewşa Êzdiyan û cîbicîkirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê kirin.

Li gor malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Mîrê Êzdiyan li Herêma Kurdistana Iraqê Mîr Hazim Tehsîn Beg kir.

Di civînê de rewşa Êzîdiyên li kampên koçberan, li Şingal û derveyî welat hate gotûbêjkirin û tekezî li ser berdewamiya proseya rizgarkirina Êzîdiyên revandî, başkirina jiyana rigarkiriyan û çawaniya alîkariya wan hat kirin.

Her du aliyan tekezî li ser giringiya berdewamiya guhdana bi rewşa Êzdiyan û cîbicîkirina rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê kirin, ji bo ku xelkê herêmê vegerin cihên xwe û li ser asta Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê alîkarî bên kirin ji bo avakirina Şingalê û navçeyê bi giştî.

Nêçîrvan Barzanî berdewamiya piştevaniya Êzdiyan û parastina mafên wan li Iraq û Herêma Kurdistanê dubare kir. Herwiha tekez kir ku proseya rizgarkirina revandiyan û eşkerekirina çarenivîsa wan dê berdewam be û her çi pêwîst be ji bo rizgarkirin û alîkariya wan, dê xemsariyê nekin.

Ji aliyê xwe ve, Mîrê Êzidiyan spasiya Nêçîrvan Barzanî kir ji bo piştevanî û alîkariyên wî yên berdewam, bi taybetî hewlên wî yên ji bo rizgarkirina revandiyên êzîdiyan û berevaniya li mafên wan.

Encamên serdan û hevdîtinên vê dawiyê yên Mîrê Êzdiyan ligel Papayê Vatîkanê û rayedarên welatên Ewropa, Iraq û navçeyê mijareke din a vê hevdîtinê bû.