Sedat Yurtdaş: Kurd dikarin rengê siyaseta Tirkiyê biguherînin

Çavdêrên siyasî pêşketinên dawî yên li Tirkiyê û bi diyarbûna namzetê Serokomarî yê Maseya Şeşalî ji bo Kurdistan24 nirxandin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Çavdêrên siyasî pêşketinên dawî yên li Tirkiyê û bi diyarbûna namzetê Serokomarî yê Maseya Şeşalî ji bo Kurdistan24 nirxandin. Bal tê kişandin ku li Tirkiyê her guherînek dikare gelek tiştan biguhere, lê  pêşketinên dawî, namzetê Tifaqa Mîletê Kemal Kiliçdaroglu û partiyên opozisyonê gavek nêzîkî desthiladariyê kirine û dema ku AK Partî û Tifaqa Cumhur wê rewşê li gor xwe veguhêzin jî gelek teng bûye.

Li Tirkiyê tê çaverêkirin  ku heta piştî 13’ê Adarê pêvajoya bangeşiyên hilbijartinan ku dibe di 14’ê Gulanê de bên kirin, dest pê bike. Heta niha dengên Tifaqa Opozisyonê Tifaqa Mîletê û tifaqa desthilatdariyê Tifaqa Cumhur nêzîkî hev bûn û dengê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî wek kilîda hilbijartinan dihat dîtin.

Lê çavdêrên siyasî radigihînin piştî ku Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ, rabû û careke din vegeriya Maseya Şeşalî û Kiliçdarogli namzetiya xwe ya Serokomarî ragihand, tîra pêşketinên di hilbijartinan de, bi aliyê Kiliçdaroglu û opozisyonê ve destnîşan bûye.

Mafnas û çavdêrê siyasî Sedat Yurtdaş ji K24ê re ragihand: “Hêj Erdogan hemleyên xwe yên dawî nekirine bi rastî. Ew hemleyên dawî gelo dê dibe çi bin? Bê şik dengên Kurdan e. Yanî îro jî Kurd giraniya xwe bidin kîjan alî dikarin rengê siyasetê biguherînin. Bê şik niha helwest û sekna Kurdan û HDPê û peyamên ku piştî namzetiya Kiliçdaroglu hatin dayîn, wisa xuya ye ku ji piştgirîkirina Kiliçdaroglu re gelek nêzîn kin. Loma jî ger ku muxalefet di stratejiyên ragihandinê de, xeletiyên mezin neke ku ew jî gelek girîng in. Kiliçdaroglu bi vê sekna xwe, helwesta xwe û sikuneta xwe bi rastî nêzîkî serkeftinê ye.”

Çavdêrên siyasî radigihînin ku di lêkolînan de diyar bû ku AK Partî û desthilatdarî deng winda dikirin û îhtimala tabloyeke wiha jî dihat pêşbînîkirin, lê AK Partî û Erdogan di ya xwe de rik kirin û tu tevdîrekî nû ji bo guartina rewşê nekirin, loma jî niha bereya opozisyonê bihêztir bûye.

Akademîsyen û çavdêrê siyasî Doç. Dr. Vahap Coşkun ji K24ê re diyar kir: “Yanî ne li ser pirsgirêka Kurd siyaseteke nû amade kir, ne di pirsgirêkên aborî de siyaseteke nû amadekirin, rêya wan ya berê çi bû wiya şopandin. Feqet wê reyê jî AK Partiyê ber bi ciyekî rast venabe û ew rastî jî diyar bûye. 2 meh maye ji hilbijartinan re, yanî di 10ê Adarê de weka ku Erdogan bi xwe jî gotibû, dê roja hilbijartinê ragihîne, li wê pêşiya me 60 roj dimînin. Di nav 60 rojan de di siyasetê de, ji bo guherîneke mezin ez di wê baweriyê de me ku wext nemaye.”

Çavdêrên siyasî balê dikşînin ku dibe di nav demjimaran de jî li Tirkiyê guherînên mezin bibin ku hevsengiyên siyasî biguhêrin. Lê di hevsengiyên ku diyarbûne de, Kemal Kiliçdaroglu û tifaqa wî li pêş xuya dikin û deshilatdarî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan jî bi kartê Kurdan dikarin wê hevsengiyê ji bo xwe biguherin, lê ji bo wê jî wext gelek teng bûye.