Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Diyarbekirê şitlên daran çandin

Bi boneya 120emîn salvegera jidayîkbûna Mela Mistefa Barzanî, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Diyarbekirê şitlên daran çandin, li welatiyan gul belavkirin û pêlîstok diyarî zarokan kirin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, bi boneya 120emîn salvegera jidayîkbûna Mela Mistefa Barzanî, li Diyarbekirê şitlên daran çandin, li welatiyan gul belavkirin û pêlîstok diyarî zarokan kirin. Karmendên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Diyarbekirê gotin ku; dê berdewam alîkariya berketiyên erdhejê bikin. Welatiyan jî Barzaniyê Nemir, bi rêzdarî bi bîr anîn û ji bo xizmetên wî yên ji bo gelê Kurd spasiyên xwe anîn zimên.

Tîma Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ku ji destpêka erdhejê ve berdewam alîkariya berketiyên erdehejê dike li Diyarbekirê, bi boneya 120emîn salvegera jidayîkbûna Mela Mistefa Barzanî, şitlên darên zeytûnan çandin. Tîmên Dezgehê, her dîsa gul li welatiyan belav kirin û pêlîstok diyarî zarokan kirin.

Berpirsê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî yê li Bakurê Kurdistanê Îsmaîl Ebdulezîz ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Xelk ji hatina Dezgeha Xêrxwazî keyfxweş e. Ew dibînin Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ku bi navê Barzaniyê Nemir, alîkariya birayên xwe dikin û bi vê yekê dilxweş in. Îro ji rojên din cudatir em dibînin xelk jî zêdetir e li vir. Zarok kom dibin û keyfxweş in. Ev rojeke pîroz e ji bo hemû Kurdan.”

Tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li bajarên ku ji ber erdhejê zirar û ziyan dîtine, xebatên xwe yên alîkariyê didomînin, xwarinên germ û kelûpelên pêwîst li welatiyan belav dikin. Welatiyên ku ji erdhejê zirar û ziyan dîtine dibêjin; ew gelek keyfxweş in ku saziyeke bi navê Mela Mistefa Barzanî ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî damezrandiye li cem xwe dibînin.

Welatiya bi navê Ozlem Xanim ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Em gelek jê razî ne, Xwedê rehma xwe lê bike, cihê wî biheşt be. Em dixwazin di rojiya Remezanê de jî alîkarî berdewam bike. Hin kes hene nikarin xwarina xwe çêbikin, ev alîkarî gelek baş e. Xwedê xêra wan qebûl bike.”

Tîma Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di gihandina alîkariya ji bo berketiyên erdehejê de berdewam dike. Rayedarên Dezgehê dibêjin; di meha Remezanê de û heta ku pêwîstî hebe ew dê berdewam alîkariyê bikin.