Li navçeya Soranê şûnwarekî dîrokî hat dîtin

Li nahiya Diyana ya ser bi Îdareya Serbixwe ya Soranê di dema encamdana projeyeke ava vexwarinê de, şûnwarekî beriya Îslamê hat dîtin.

Hewlêr (K24) – Li nahiya Diyana ya ser bi Îdareya Serbixwe ya Soranê di dema encamdana projeyeke ava vexwarinê de, şûnwarekî beriya Îslamê hat dîtin.

Rêveberê Şûnwarên Soranê Ebdulwehab Silêman ji Kurdistan24ê re ragihand, li gundê Sîtkanî yê ser bi nahiya Diyana ya Îdareya Serbixwe ya Soranê, di dema encamdana projeyeke ava vexwarinê de, şûnwarekî beriya Îslamê hat dîtin, ku ji gozeyeke mezin û hestiyên mirovan pêk tê.

Ebdulwehab Silêman eşkere kir ku li gor pişkinînên destpêkê, dîroka wan vedigere çaxa bronz a salên 3300 – 1200 a beriya Zayînê û got: “Em li ser wan şûnwaran lêkolînên xwe didomînin.”

Rêveberê Şûnwarên Soranê diyar kir, hestiyên mirov ji ber xebatên projeyê xerab bûne, lê hemû endamên cesteyê mane û weke ku mirovekî pêncî salî ye û berê wî ber bi rojhilat hatiye veşartin.